Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 26 peyam
28.11.2015 kuştina tahîr elçî

28.11.2015 kuştina tahîr elçî

27. Berî tahîr elçî li ber mînara çarling daxuyaniyê bide, Tê zanîn di şerê xendekan de li sûrê xendek hatin dest pê kirin û bo eniyê mezin bikin xwestin li rezan jî xendekan bikolin. Ji loma yekîneyek yps derbasî taxên kaynartepe û şeyhşamil yên navçeya rezan bûn. Li wê derê hewl dan xendekan bikolin lê piştgiriyê ji niştecihan negirtin. Bi ser de dewletê operasyonek kir û çend endamê yps şehîd bûn. Ji ber vê çendê 3 endamên yps -2 jê birayê hev bûn- yên yekîneya sûrê xwestin herin taziya yek ji wan şervanan ku li taxa kaynartepe şehîd ketibû. Çikû ew mervê wan herdu birayan bû. Belê hersê şervan diçin taziyê û gava wê vegerin sûrê li taksiya tîcarî siwar dibin. Lê ev şervan hatine tespîtkirin û li polêsan hatine gilîkirin. Loma jî di têketina sûrê de polêsan rê biriye û li benda wê erebeyê ne. Gava erebe tê, polês erebê disekinîne û ber bi deriyê erebê diçe da wan peya bike. Gava polês nêzî erebeyê dibe, ji hundir ve teqe tê kirin û 2 fîşek li sînga polês dikeve û dimre. Ji nişka ve polêsên din teqe dikin û şervan ji erebê peya dibin û ber bi kuçê sûrê direvin. Yek ji wan dikeve kuçeyekê, du heb ji wan dikevin kuçeyekê û direvin. Tesaduf jî ewe ku di wê kuçeya du şervan ketinê de tahîr elçî daxuyanî dide. Gava şervan dibînin sivîl hene berovac bi demança xwe digrin û direvin. Teqe nakin bi demançê. Lê polêsên sivîl ku dibînin du kes ji wir de baz didin dest bi reşandina guleyan dikin. Lê her du şervan jî xwe ji nav wan difilitînin. Gava derbasî aliyê din dibin, polês hîna jî bi pey wan de di nav sivîlan de gula direşînin. Li gor sîmulasyona dadgehê kiriye de tahlr elçî di menzîla demançeyên polêsan de ye. Û guleya tahîr elçî kuştiye ji demança polêsan de derketiye.


Ev mesele ne sir e. Dîmenên di esnaya revê de li ser youtubeyê heye. Herweha sîmulasyona wê esnayê jî li ser youtubeyê hatiye belavkirin. Mesela şervan û derbasbûna wan ya wêderê di rojnivîska berxwedana sûrê de bi tefsîlat hatiye nivîsîn. Min dît ku li ser vê meseleyê gelek niqaş hatine kirin û encamek jê derneketiye. Min ya ku ji min re bimentiq tê nivîsand.









09.03.2022 04:15 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
qijika reş [1]
Quz xeyîdî çolê ket Kîr xemilî dorê ket Welle sixêfeke wisa cara y...
qijika reş [2]
Wek rebbê nifir û biwêjên kurdî jî tê nasîn.;dddd...
îtîrafên tirşikvanan [1]
Ji bo ku youtube'ê bi awayekî Premium bikar bînim mehê carekî emailekê...
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2]
Meriv paş zemanekê tirşikê jebîr deke. Keşka tirşik de mêhê da carê ...
xemakê [2]
li şûna bersivandina deneme-yan dikeve tirşikê* wekî din, hêvî diki...
belki ev jî bala te bikişînin
» 28.11.2015 kuştina tahîr elçî
» kuştina cirnîsan li endonezya yê

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî