Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
serhildana mau mau

serhildana mau mau

1. Di navbera salên 1952-1960î ji aliyê koloniya kenyayî ya îngilîzan bi armanca xweseriyê pêk hatiye. Şerê ku di navbera artêşa ax û azadiya kenyayê (klfa) ango "mau mau" û îngilîzan de ye.

Artêşa ku ji aliyê eşîrên mîna kikuyu, meru û embu dihat rêvebirin, ji eşîrên kamba û masai jî yekîne dihewandin. (Eşîrên ku li hember akinciyên mêtingerên ewropayiyên spî, artêşa îngilîzan û lîwaya kenyayîyan ku ji aliyê wan hatiye damezrandin şer dikin)

Serokê serhildanê dedan kimathi, tevî ku di cotmeha 1956an de girtina wî kifşê têkçûna klfa'yê bû jî, serhildana mau mau heta ku serxwebûna kenyayê ji îngîlîzan girt, bi taybetî ji aliyê "yekîneyên meru" ku serokê wan mîna "mareşal mousa mwariama" û "general baimungi" bû hate kudand. Lêbelê general baimungi ku serhildana mau mau ya dawiyê didomand, demek kurt piştî kenyayê serxwebûna xwe ji îngiltereyê girt hate kuştin.

KLFA ji aliyê bidestxistina piştgiriya gel binkeftî bû. Sedema vêya jî frank füredi di şerê mau mau de bi polîtîkaya îngilîzan ya dabeşke û rêvebibe ve girêda. Ji taktîkên îngilîzan yek jî pirtûka "gangs and counter-gangs" ku ji aliyê general "sir frank kitson"ê ji bo hêzên koloniya îngilîzan kar dikir ve li ser taktîkên azirandina çeteyên hevrik û klfa yê mîna dijmin bide xwiya kirin hatiye nivîsîn e.

Tevgera mau mau digel hewla civandina komên dîtir, di hundir de dabeşkirî ma. Di nava vê demajoyê de îngilîzî stratejî û taktîkên ku ji bo serkutkirina tevgera gerîlayên malezyayî peresandibûn li kenyayê jî sepandin.

Serhildana Mau mau li kenyayê di navbera civata mêtingerê ewropa û metropolê (makewelata împaratoriyek kolonyal ango navenda wê) nelihevkirinek derxist, ji bilî wê di nav civaka "kikuyu" de bû sedema dabeşbûnên tund. Ji bo serkutkirina serhildanê îngîltereyê 55 milyon sterlîn xerc kir. Ev şera (tevî ku gorî hin texmînan hê zêdetir e jî) bû sedema mirina 11.000 kesên ji aliyê mau mau û hêzên din. Ev îstatîstîkana 1090 kesên di dawiya şer de ji aliyê împaratoriya îngîltereyê bi sedema tawanên şer hatin înfazkirin jî dihewîne.



07.03.2022 17:04 ~2022.03.08 16:38 | rizgarm

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» serhildana mau mau
» maus: hayatta kalanın öyküsü
» mauro icardi

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî