Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
perik

perik

1. Mijara romanê qeyrana hebûnê ya kurdekî ye li hemberî bendewariya xurt a bavê wî yê ku hemû dîroka hilweşiyayî ya pêşiyên kurdan û xeyalên xwe yên paşerojê li milên kurê xwe bar kiriye. lê îdealîzma bav û pêşeroja bav tev li hev dibin û tesîrekê mezin dikin ser jiyana serlehengê romanê.

dema min qedand min du tişt gotin: 1. xwezî bi kurdî hatiba nivîsandin. 2. divê ya tirkî jî bixwînim. (ji ber ku nikarim carekê din tehemulî wergera jan dost bikim. piştre ez ê werim ser vê meselê)

Memê serleheng, di nav valahiyekê bêserûbin de ji ber armanç û hedefên xwe yên spêlebûyî û riziyayî ji qewetê dikeve. Berpirsyariya xwe ya li hemberî bav/miletê xwe winda dike û bi riya xwekujiyê mirinê nîqaş dike. Ev nîqaş bi robara hişê wî tê ber xwîneran a ku tê de rastî, xewn û xeyal ketine ber guhên hev û pir caran nayê ji hev qetandin. Ku bi vê lihevxistina navxweyî hinekî tecrûbeya serhildanekê ye li hemberî qedera hevşibayî yên kurden berê û helbet li hemberî bav. lê bi giranî di beşa dawî ya surrealîst de hemû rûpelên berê yên ku me bi berçavka egzîstanyalîzmê û pileyekê bilind bi neteweperweriyê xwendibûn, mîna kayên ber bê belawela dibin û heyirîn, matmayîn û şaşmayîn dewsa fêmkirin û empatiyê digirin. sedî ji sed. waaayy xwedêyo çi encamekê/dawiyekê nelihêvîbûyî!

Mem prototîpa me ya kurdên nûjen e, yên ku ketine pira erafê û ne dikarin yekser xwe jê biavêjin ne jî derfet heye ku xwe jê xelas bikin. ji ber ku şert û merc dest û lingên mirovan digirin û dilşadî û kêfxweşiya jiyên qût dike û bi ser de xelas dike. ji xwe di wê kêliyê de tu wateyên neteweyî, dînî û hwd namînin.

romanekê rastî bû. selîm berekat berhemekê xweş deraniye. bixwînin.

lê werger... min romanên martînê bextewar û mîrnameyê yên jan dost xwendibûn û bi rastî min jê eklekê xweş standibû. zimanê wî, vegotina wî xweş bûn. lê belê di vê wergerê de min ciwanmerd kulek (versiyona 2013*)** dît. min digot qey yên rojavayî di bikaranîna kurdî de ji yên bakurî çêtir in lê ni-aa! di bikaranîna daçekan de (di...de, ji...re hwd) çewtî hingî pir in hemû xweşiyên wergerê xwe didin alî ku birastî cihên hevokên complex tê de tune ne, tê ra xwe herikbar û xwînbar in. lê hema di hêrana xwendinê de min got xwedêyo bila ev çewtî neyên ber min an jî ez wan ferq nekim. mixabin hingî pir in, tehemul di min de nema. wekî:
* kêfa hemdî ji şêweyê vegotina ehmed ji raz û sihr û fasiqiya xwe re mîna zalimekî ku pê li her çolekê dike re dihat.
* (...) min stûyê xwe di derî re bi alî wê aramiya ku ronahiya hindir a xilmaş wê diguvêşe de dirêj kir.

her wiha di gelek-gelek mînakan de çewtiya lêkerên hevokên bingehîn û yên alîkar ketine ber hev, yên ku bi piranî di hevokên "ku"yê hatine avakirin. yanî di hinin mînakan de hevok hingî dirêj in, ew (qertafa) lêkara dawî (ya ku ketiya bextê lêkera alîkar) bê mane disekine û tu nikarî serwext bibe da wergêr xwestiye çi bibêje:
* ew dibêjin ku meydan nêzîkî xeta ku herdu parçeyên giravê vediqetîne ye. [ev çewtî di tirşikê de jî pir tê kirin û wekî qeyîde jî hatiye qebûlkirin. lê di kurdî de tiştek wiha tune ye, nikare bibe.]
* ew li dînoyê ku xwe di pişt çavên xwe yên kesk de veşartiye dizivire (...)
* dema xwediya sola leşkerî wek her car pirsa motorsîklê ku me soz dabûye em jê re bikirin dike (...)
* (...) kurikê ku ji karê wî ye ber bi dikançiyên ku sibehan ziringîniyê ji derabeyên dikanên xwe tînin de bazde, vegerand [li vir him bikaranîna daçeka bi..de çewt e û him jî wergera hevoka complex baş nehatiye wergerandin]

yaw ev çewtî hingî pir in, min çar caran mola dan xwe. lê piştî hewqas gilî û gazincan jî ez pêşniyazî herkesî dikim ku hema ji xwe re bixwînin. û hêviya min ew e ku heke çapekê duda were kirin, jan dost van hemû çewtiyan rast bikin.

(bnr: rêzepirtûkên zer yê weşanên ayrintiyê)

nîşe: ecêbiyên din:
1. di pirtûkê de li hemû jêrên rûpelan "rezâ pirtûkên zer" hatiye nivîsandin. ne tenê kesê ku xwendina dawî kiriye, her wiha berpirsyarên bergsazî û tîprêzî jî bi xilmaşî kar kiriye.*
*li paş rûpela pêşîn a pirtûkê, jînenîgariyên nivîskêr û wergêr hene.
2. li ba navê selîm berekat navê wî yê erebî nehatiye nivîsîn lê ya jan dost di nav kevanekan de hatiye rêdayîn. çima? ya ku erebînivîs selîm berekat e, niha çima ya jan dost hatiye nivîsîn lê yê din na? heke tiştek wiha pêdivî be?!
3. li nav jînenîgariya selîm berekat cih nedane berhemên wî, lê maşelleh yên jan dost rêz kirine. lê çima? yanî çi eleqa? li vir ya girîng nivîskar e ji ber ku ew romanê nivîsiye, ne wergêr. yanî di normalê de wiha nabe.



02.02.2022 15:10 ~17:20 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» perika zik

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî