Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 80 peyam
beriya şewitî

beriya şewitî

1. pirtûkekê çîrokan e. nivîskar juan rulfo tê de gundî û hejarên meksîkayî vedibêje. ew kesên ku ji her aliyê ve (dîn, polîtîka, malbat, aborî û hwd) riziyane, xera bûne û bi ezperestiya xwe yê dervîcdan û derehlaqî di nav nebaşiyê de noq bûne. û sebebên wan kirêtiyan jî hejarî bi xwe ye. di gelek çîrokan de kuştin hebû. lê jê pirtir rebenî giraniya xwe daye. pir caran dilê min bi lehengan şewitî. cîhanekê ecêb hatiye xêzandin û divê mirov xwe jê dûr xe.

bi rastî gelek çîrokên vê pirtûkê dê ji bîra min neçin. "bihura bakur, dengê kûçikan nayê te û erd dan me" ez xemgîn kirim, luvina ez tirsandim û anacleto morones ez kenandim û yên din... her yekî gelek serkeftî bûn. honaka nivîskêr xwe digihîne xeyal û serwextiya xwîneran.

ji aliyê wergerê ve rexnehilgir e, lê ji ber hêza mijaran min wekî xwîner pir guh neda çewtiyan. tirsa navê ciwanmerd kulek nehewqas mezin bû.* (çewtiya karanîna daçeka di...de û paşavêtina lêkera hevokên bingehîn hwd.) lê ji aliyê peyvan ve min hinekî zehmetî kişand, tê de gelek peyv hebûn ku wateyên wan nizanîbûm. di hinin cîhan de kontekst jî alî nedikir fêmkirinê lewma ferhengek di xizmeta min de dipa.

hûn dikarin şansekê bidin vê pirtûkê.



31.01.2022 17:58 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
belki ev jî bala te bikişînin
» beriya şewitî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî