Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


46 mijar û 82 peyam
dersa bijarte a kurdî

dersa bijarte a kurdî

17. Dersên li dibistanên dewletê ji xwendekarên pola 5,6,7 û 8 an re tê dayîn. Lê ji bo ku ev ders bête dayîn divê malbata xwendekar serî li rêveberiya dibistanê bide û dersên kurmancî/kirmanckî ji zarokên xwe re bixwaze. Ger hejmara kesên van dersan dixwazin bigihêje 10an, dibistan lazim e ji xwendekaran re polek saz bike û mamosteyek kurdî ji wan re peyde bike. Ji bo serdema duyemîn ya sala 2021-2022an, dema serlêdana van dersan 3 çile heya 21ê çileyê ye.

Ev maf di dema pêvajoya çareseriyê de di bin banê "zimanên zindî" de ji xwendekarên "ortaokul" wate polên 5,6,7 û 8an re hate dayîn. Helbet ev ji bo me kurdan ne bes e û armanca hewqas şer û pevçûnên kurdên welatparêz jî ne ev e. Divê hemû perwerdeya zarên kurda bi kurdî be. Ev meseleyek din e, bila ew bimîne. Mesela me dersên bijarte ne. Herçend ev maf ne bes û têrker be jî lazime malbatên kurd, çi yên welatparêz, çi yên berdêl dane, çi yên apolîtîk vî mafî heya bi dawî bikar bînin. Bikin ku ne dibistan ne jî mamoste têra xwendekaran bike. Çiku dema kurdan doza zimanê xwe kirin, bila zimanê dewletê li ser me nedirêj be û nebêjin " me dersên bijarte dan kurda nexwest, tew îca doza mufredatek tev bi kurdî dixwazin" min berê jî gotibû, mafek li gor mafdarbûnê nayê dayîn. Li gor hejmara daxwazkerê wî mafê tê dayîn an stendin.


Belê ji bo vê dersê ji aliyê partî û saziyên kurdan çi hate kiriin:

Bi rastî di vê mijarê de medya rûdawê û hezkurd eleqeyek zêde nîşan dan. Pêşî ez weke şopînerek rûdawê spasiya xwe pêşkêşî hemû karker û rojnamegerên rûdawê dikim. Ji roja ku serdana van dersan dest pê kiriye û heya niha rudaw weke medya li ser vê meseleyê sekinî. Her roj nûçeyan li ser vê meseleyê amade kir, mîkrofona xwe dirêjî hemû partiyan kir ku fikrê wan yên li ser zimên bîne ser dîmenderan ji loma bi hudapar, chp, deva û bi partiyên başûr re roportajan amade kir. Çalakiyên li ser vê meseleyê ji nêz ve şopand û anî rojevê. Bi mamosteyên beşa zimanê kurdî qedandine re jî roportajan kirin. Ka em binehêrin "yurtseverên" me yên ku wê bêjin rudaw "xayîn" e, li ser vê meseleyê çi kirine? Partiya hdp heta 2-3 roj berê jî min tu xebatek wan li ser vê meseleyê nedît. Çiku ew ketibûn li pey wî ciwanê hatibû kêrkirin û kuştin. Dîsa jî çi bi rêya şîroveyan be û çi bi rêya peyamên taybet be û çi jî bi rêya hesabê pervîn xanim be, min bang li hdp kir ku weke partiyek bi milyonan dengê kurdan standiye, gel vexwîne bijartina zimanê kurdî. Piştî peyam û hewldana bi rojekê min dî hesabê hdp yê resmî tweetek weşand û bang li gel kir. Herweha parlementerek wan jî, niha navê wî nehat bîra min bal kişand ser vê meseleyê û banga gel kir.


Hezkurd:

Weke ku di navê wê de û di armanca avakirina wê de jî diyar e, hereketa zimanê kurdî di vê meseleyê de rolek girîng lîste. Çi li ser medya sosyal çi jî li qadê kete nava hewldana. Li ser twîterê gelek caran tagan vekirin û xwestin dengê xwe bigihînin kurdan da ku dersên kurdî hilbijêrin. Li qadê, duh li taxên rezan û seyrantepeya amedê û li bajarê şirnexê broşûrên agahddarkirine belavkirin. Îro jî li bismila amedê, li êlihê û li qosera mêrdîn broşûran belavkirin û hayê gel bi vê meseleyê çêkirin. Herweha diyar kirine wê heya 21ê mehê wê çalakiyên wan bidomin.


Baro:

Di vê meseleyê de baroyên kurperwer û welatparêz yên li bajarên bakur piştgiriya hikûkî kirin. Komisyona zimanê kurdî ya amed, şirnex, wan, êlih, riha, mêrdîn û wanê diyar kirin ku wê şopdarên vê meseleyê bin û ger pêşîlêgirtin an astengiyên deryasayî rûbidin wê yekser doz li wan kesên ku astengiyê derdixin tomar bikin. Herçend ev mafek hikkûkî be jî di pratîkê de hin rêveberiyên dibistana astengiyan derdixin û baro jî li pey van bûyeran e.

Saziyên kurdî:

Sendîkaya egitim-sen û hereketa azadî li amedê bi daliqandina pankartan, piştgirî dan vê proseyê.


Weşanxane:

Weşanxane û nivîskarên kurdan jî li ser vê meseleyê ketin hewldana û ji bo kesên van dersa hilbijêrin bexişandina materyalên kurdî soz dan. Weşanxana avestayê hezar,
Peywendkitap û loryakitap du hezar Pirtûk û materyalên kurdî bexişandin. Li ser vê hezkurd jî hezar heb pirtûk, alfabe, pênûs û lênûsk bexişand.




Hewldan û tevgera civaka kurdan gelekî kêfa min anî. Di proseyê de herçî ê ku piştgiriyê da li ba min û bawerim li ba kurdên welatparêz rêzek mezin girtin. Min bi qasî ku şopand û derket pêşiya min hemû alikariyan li vir nivîsand da neyê jibîrkirin. Ger yên ku bi ber çavê min neketibin hebe, bi xêra xwe hûn binivîsin.



16.01.2022 18:40 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» dersa kurdî
» kurdîya amedê

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî