Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
zimanê tirşikê

zimanê tirşikê

16. Di navbera zimanekî qerfî û zimaneke pênaseker diçe û tê. Bi rastî tirşik di warê ferhengî de asoyek nû ji kurdî re vekir. Heya niha ji bilî tirşikê li tu derê li ser ewqas peyv, gotin, alav, fikr, nêrîn û hwd. De pênase û agahdarkirin û minaqeşe çê nebûye.

Hin kes zimanê tirşikê bi ne li gorbûna rêzimana kurmancî tawanbar kirine. Herweha bi şibandina zimanekî din tawanbar kirine ku ji peyva "zimanekî din" qest tirkî ye. Weke tê zanîn ji %99.9 nivîskarên tirşikê bakurî ne. ( nivîskarek ji başûr, yek jî ji rojava nas dikim) ji loma herçî li vir dinivîse hemû perwerda xwe ya ewil bi tirkî girtine û hê jî hinek ji wan digrin. Wekî din jî vê formata ferhengên înteraktîv jixwe cara pêşî tirkan derxistiye. Gelek nivîskarên tirşikê berî ku tirşik ava bibe yek ji kadroyên ferhengên tirkan bûn. Ji ber ewqas sedeman di warê ne rêziman lê belê sentaks an di hevoksaziyê de dibe ku guhertin hebe û bişibe hevoksaziya tirkî. Herwiha li ser rêziman û asta kurdiya nivîskaran de jî tu îddîayek tirşikê tune ye. Dema kesek xwe li tirşikê tomar dike, di tu azmûnên rêzimanî re nayên derbaskirin. Ji her astê nivîskar tevlê dibin û her kes li gor zanîna xwe tiştekî li vê ansîklopediyê zêde dikin.


Ha birastî vêya meraq dikim ger rêzimana kurmancî biguhere wê çi bibe? Tu rêziman di halê xwe yê ku di dema derketina ziman de namîne. Nifş bi nifş, dem bi dem û heya li gor zimanê netewên cîran diguhere. Niha vê rêzimana ku tê behskirin ya kurmancî, rêzimana nifşa bavên me ye. Heya ne ya kalên me ye jî. Lê mixabin nifşa bavên me ji bo vî zimanî tiştek berbiçav nekirin û wa hêdî hêdî ber bi taliya emrê xwe ve diçin. Bingeha vî zimanî û peyvan ji me re mîrate hiştin. Lê niha hemû kurdên bakurî di bişaftinekê re derbasbûn û kurdiya wan li gor ya bavên wan dejenere bû. Ger bê xwestin dîsa vegerin ser rêzimana bavan divê dîsa antîbişaftinek were destpêkirin. Ya rast ew jî tiştê xwuya dike ne pêkan e. Ê ka emê çi bikin? Mecbûr emê li ser tiştê ku di destê me de maye bixebitin.


Wekî din ziman û rêzimana em ji bav û kalan hîn bûne têra pênasekirina vê dinya bilez diguhere nake. Weke mînak ez ji bavê xwe re bêjim "elektrîk ka çiye? Ji min re wê pênase bike." Îhtîmalek mezin ( ev peyv jî bi mentiqa tirkî bû. Lê ka çi bikim simurg jî bikar tîne(têxim stuyê wî)) wê bi mînakan bixwaze wê rave bike. Weke nimûne " merev pê hundir ronî dike", " merev pê mekîna dixebitîne" filan. Lê ev gotin ji bo elektrîkê dibe pênas? Êê min pênasa elektrîkê cara pêşî û bi tenê li dibistanê bi tirkî dîtiye. Niha ezê çawa pênasek li gorî kirasê kurmancî ji vê xopanê re bifesilînim? Pênaseya li gor rêzimana kurmancî çawa ye? Ma tiştekî ku me nedîtibe çawa emê hewl bidin xwe li gor wê perwerde bikin.


Ku em li wêya binehêrin tirkî jî li gor rêzimana îngîlîsî gelek hevok û pênaseyan çê dike. Ji ber ku tirkî li gor îngîlîsî gelek kêm dimîne. Ê bi vî awayî kurdî jî nêzî rêzimana îngîlîsî dibe ku jixwe her du ziman ji heman binemalê ne.


Li tirşikê weha difikirim zimanê herî ( hevoka peyva herî bikevê teqez wê ne li gor rêzimana kurmancî be) li gor esl û feslê kurmancî zimanê endazer e. Camêr bi ziman û mentiqek weha dinivîse ku tehmek cuda dide mirov. Lê kî zane heya endazerî gihaştiye wê astê çiqas xebitiye? Her kurmanc di xwe de xwedî wê astê ye? Hin nivîskarên tirşikê hene ku ji bilî tirşikê kurdî di jiyana wan de tune ye. Ev camêr çawa wê li gor mentiqa kurdî binivîse?


Axirkelam û dawîgotin ( ev jî bi mentiqa erebî), dûmahîkqise ( ev jî bi mentiqa bahdînî), tiştek an daxwazek ne li gor rastbûn an başbûna wê pêk tê. Belkî li gor hejmara kesên dikin û dixwazin pêk tê an meşrû dibe.



03.01.2022 02:45 ~03:04 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» zimanê ewilîn
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî