Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


23 mijar û 42 peyam
piştî ku zanîngeh diqede hatina malê

piştî ku zanîngeh diqede hatina malê

1. rewşa ku va sê çar meh e tê de ber xwe didim e.

cara ewilî xweş e. mirov ji kar û barên malê xilas dibe. ji hêla aborî ve jî rehet î. lê piştî demekî mirov dibêje xwezî di nav wan karên malê de bi xîzanî jiyabama lê serê min rehet ba.
çi ne ev demên hanê:
1. qelebalix. piştî wê aramîtîya deng û şerê zarok û malbatê mirov dixwaze her tim bi berguhk be li malê.
2. çi tişteke te yî taybet tune ye. tu nikare odeyek tenê bike ya xwe. ji xwe ev di mala kurdan de ne pêkan e. "ma kure axê yî?!" temam bila em du kes bin di odeyek de. ez dixwazim tiştek min danî be kû de, heta ez dîsa rajim bila li wir be. na tişteke wilo li vir ne mimkin e. tu nikare derî jî qufil bike. nahêlin em özerlik îlan bikin wey!
3.berpirsyarîya xwişk û birayan. derdê me ne bes e. vêca bi derdê wan re jî mijûl dibim. mekteba wan xwendina wan. mecbûr im. nikarim bêjim elaqê min jê tune. dilê nahêlim. dê û bav nezan in. jiber wê barê wan li ser te ye.
4. elaqê xwe ji her tiştê te tênin. vê bixwe vî li xwe ke wilo neke. yaw ez 26 salî me. riha min spî bûye. hûn dawa çi li min dikin?
5. her tiştî cara ewilî dixin stûyê te. mezinê malê ez im. bila kar û barên eletewş ên ji min biçûktir bikin. ew ji min re dibêjin ez jî ji wan re dibêjim.
6. mêvan. ê me ne bes dora we ye jî. neyên heyra neyên li wpê xeber bidin va xilas.

bêhna min derket hinekî sps tirşik. :*



17.12.2021 21:00 | xwelî li ser

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Xwedê te hidayet bike Xwedê rêya rast ber te xe Xwedê te nexe ber ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku zêdebûna wê digihîje tenê cîhekî: hêsanî. hêsanî bi hêz...
femonasyonalîzm [1]
li ewropayê salên dawî fikreke nû şîn bû. Navê wê femonasyonalîzm e. E...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
belki ev jî bala te bikişînin
» piştî xwendina pirtûkekê temaşekirina fîlmê wê pirtûkê
» zanîngeha kurdolojîyê ya onlîne
» malê axa diçe canê xulam diêşê

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî