6. yek ji wan mele nûrullahê godîşkî ye ku li ser adnan menderes giriyaye.
Mûstef’îlûn/ Mûstef’îlûn/ Mûstef’îlûn/ Mûstef’îlûn - - . - / - - . - / - - . - / - - . -
Zewq û sefa emn û wefa hatin ji ‘Adnan Menderes
Derdê dilan ra pur şifa hatin ji balê Menderes
‘Adnan dinê ‘adnan kir têk da gul û çîman kir
Hem jî tijî îman kir rehmet li ruhê Menderes
Bêzar bibûn erd û welat zêde welatê rojhilat
Gund û bilad mabûn Mewat nûve vijand wan Menderes
Wî rojhilata me gerand cennet wî îmkanat şiyand
Xetta trênê lê gerand pir da emek ax Menderes
Ji Anatol ta Mûşê hem Tatwan û Wan hetta ‘Acem
Xetta hesin vêk kir behem ew rehmetiyê Menderes
Her gundeki varî dibir mizgeft û coav çê dikir
Dînê mubîn îla dikir xalî nebû jê Menderes
Hem da wezîfe ehlê dîn nedhişt feqîr û bêmuîn
Yê pur belengaz ba yeqîn rê vedikir lê Menderes
Aletirîkê mescidan hem şehr û gund û xanumân
Mîna siterikên asîman lê aliqand hem Menderes
ihyaê kir edla ‘Omer şolan dikir pur mu’teber
Kes nedişê ji heqê bider di ‘ehda ‘edla Menderes
Dawî Sinimmar û Ebû Gaylan çewan ew jî we bû
Mehkûmê ihsana xwe bû sed heyf û heywax Menderes
Nûrî tu nankorî meke bîra xwe bîn Quran veke
Pur lê bixwûn û hedye ke hem fatihe bo Menderes
Nûrî, Dîwana Nûrî - Dîwana Eşar û qesaîda Nûrullah, pirtûkxaneya şexsî ya Cihat Bakırhan.
Fa’îlatûn / Fa’îlatûn / Fa’îlatûn / Fa’îlûn - . - - / - . - - / - . - - / - . –
Dil hezîn im çav girîn im ez ji kerbê Menderes
Çav li edlê digerînim kanî ‘Adnân Menderes
Puştî wî halê feqîran ji teaddî û cefa
Bû wekî halê esîran ax diken ka Menderes
Wî çi kir tev ber çevan e aletê se’da dinê
Qenciya wî ser tevan e şe’n û halê Menderes
Wî hemî dunyâ ji ‘edlê xemmiland û rind vijand
Rojhilâta me ji kemilê kemiland ax Menderes
Kes heye ku van ji bîr ke yardim û xetta tren
Pur pir û mizgeft kî çêke puştî ‘âdil Menderes
Nabe wenda qenciyê wî xelqino bîrve neken
Rah û resm û rindiyê wî dixwuyê ax Menderes
Qenciya wî wî telef kir qet xerâbî jê nehat
Yê diza(n pur lê esef kir âx dike wâx Menderes
Wer be xûna dil xwe bigrîn tev be ser da ehlê şol
Paşve êdî çav negêrin nabînin hûn Menderes
Nûrîy(o) rind pê dizanî ku çibû hate dinê
Pê şiyar e hem dizanî puştî mîrê Menderes)
Nûrî, Dîwana Nûrî - Dîwana Eşar û qesaîda Nûrullah, pirtûkxaneya şexsî ya Cihat Bakırhan.
Fa’îlatûn / Fa’îlatûn / Fa’îlatûn / Fa’îlûn - . - - / - . - - / - . - - / - . –
Yûsufek bû kefte bîra Yasîadê Menderes
Cumle dunya lê ye Yaqûb pur esef bo Menderes
Rah û rêzik da nîşan û qet nehişt kêmasiyek
Ger ji dîn û wer ji dunya tev temam kir Menderes
‘Omerek sanî bû hat û pê ve ‘Osman û ‘Alî
Ranebûn nageh Ebû Lu’lu’a yan çûn Menderes
Haq e ruh ku wî hilînin deftera mafi’z-zemîr
Bîr neken lew bîrwe nabî rah û resmê Menderes
Tu li rah û li piran û mescid û her aletan
Mêzekey pirskey ji kê ne tev dibên yê Menderes
Milletan tev kole bûn olam û suxrekarê wan
Nûrîya xweş pê dizanî wan kir azad Menderes
Nûrî, Dîwana Nûrî - Dîwana Eşar û qesaîda Nûrullah, pirtûkxaneya şexsî ya Cihat Bakırhan.
|