Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    17 mijar û 17 peyam
    bêyî dilhiştinê bersiva neyînî ji bo deynxwestinê

    bêyî dilhiştinê bersiva neyînî ji bo deynxwestinê

    4. gotina na, naxêr, nabe, nikarim, naxwazim, qebûl nakim...hwd gelek zehmet e. bi taybetî eger we careke ji caran gotibe erê, temam, qebûl; hingê meriv careke dî nikare zû bi zû bersiveke neyînî bide.
    di kurmancî de gotineke xweş heye bo vê rewşê (bnr: heta serê min diêşê bila carekê pozê min biêşê)

    ne bi tenê deynxwestin, her weha dema yekî radibe tiştê ku hûn bi qebûlkirinê xwe pê eciz bikin ji we dixwaze, rîca dike meriv dibêje qey ger ez bêjim na, nabe dibe ku ezê dilê wî kesî bihêlim/bişkênim. ji demeke şûnde ev dibe edetek û wek zilqê mirişkan bi te ve dizeliqe mixabin.

    min di vir de hindek qala eciziya xwe li ser pirtûkên deyngirtî anîbû zimên kesên ku pirtûkan bi deyn digirin/107757

    li ser gotina na, nabe; bi sedan lêkolîn hene li ser înternetê, bi dehan maqalet hatine nivîsîn. êdî dibe nexweşiyek, piştî wextekî yekî xerib jî rabe ji we tiştekî bixwaze hûn ji wî re jî nikarin bêjin na. mesela vê rewşê memûrên bankayan, xebatkarên operatoran xweş zanin û li ser telefonê bi dehan tişt ji we dixwazin û hûn jî ji ber rik, israr û rîcayên wan şerm dikin, çarneçar qebûl dikin.

    rêya hêsan ew e, na! rêyeke dî tune ye mixabin hama bila dilê wan bişkê, hama bila pozê we jî pê biêşê, tiştek pê nayê.
    dema meriv êdî bi xwe bawer bibe, bi na'yê şerm neke piştî demekî jê zewq û kêf jî digire.
    mesela aniha kî ji min kitêb bixwaze dibêjim na nadim! şaş dibe, pê dişeqize! dibêje bi rastî tu nadî? dibêjim na nadim, ez jî memûr im tu jî memûr î ez pere digirim distînim tu jî bistîne falan. paşê bi keyfeke mezin qurtek digirim ji cixareya xwe û dûmana wê bi orgazmeke mezin li berra ezmên didim*



    09.12.2021 13:13 | ferhenga şikestî

    Hemûyan Bixwîne

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (yên din..)
    avhewa [1]
    bo pênasekirina xwezaya erdeke berfireh a li ser dinyayê tê bikaranîn ...
    nebûna keçikên henekoy [2]
    mijara ku min cara ewil xand, min go qey henekoy navê gundekî ye * ...
    nebûna keçikên henekoy [5]
    İddiayek e zilaman e. Ew jî ji xwe re dibêjin em qomîk in * Tenê kêfa...
    xeyalên tirşikvanan [4]
    Xeyalên min xeyalên ji rêzê ne. Di serî welatek azad. Dawiyê karek baş...
    ji bo bûna nivîskarê tirşikê divê şert çi bin [2]
    Divê çar meh û pazde roj, her şev seat yekê rabe, destmêja xwe bigre, ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » bêyî nan dikarim bijîm lê bêmijar nikarim bijîm
    » bersivandin

    Kategoriyên mijarê::
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî