Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 39 peyam
scent of a woman

scent of a woman

1. fîlmeka klasîk e.. serlehengê fîlmê al pacino cara pêşîn di kategoriya baştirîn lîstikvanê mêr de bi rola xwe ya di vê fîlmê de peykerê oscarê bidest xistiye û bi xwe re biriye.. fîlm di sala 1992an de li dyayê hatiye kişadin û fîlmê mijara xwe û îlhama xwe ji fîlma îtalî ya bi navê profumo di donna ya ku sala 1974an de hatiye kişandin standiye û evê fîlmê jî mijara xwe ji romana il buio e il miele ya romannûsê îtalî giovanni arpino standiye.. di fîlmê de tevî al pacino aktor û aktrîstên wek chris o'donnell, james rebhorn, gabrielle anwar, philip seymour hoffman, todd louiso rol standine.. mûzîkên fîlmê ji aliyê mûzîsyenê navdar yê amerîkî thomas newman ve hatiye çêkirin..

mijara fîlmê jî ev e;

xortek bi navê charlie di kolêjeke binavûdeng de bi bursa kolejê yanî bêpere dixwîne û ji bo ku di tehteîlê de here malê yanî heqê riya xwe ya di tehtîla noelê de derxîne dawiya hefteyê ji bo kar diçe malekî li kokimekî binêre.. kokim yanî ixtiyarê li malê yanî al pacino bi navê xwe yê de fîlmê de frank slade serhengeke malnişîn e, li ser wezîfeya xwe ya di nav refên artêşa amerîkayê de piştî qezayekî çavên wî dikevin ber û tê malnişînkirin.. di destpêkê de ev meseleya baxim û lênêrîn çendî wek karekî hêsan Û têrpere bixweye jî lê di rastiya xwe de kokimê cirnexweş û bêhnteng ji bo dawiya hefteyê planên dûdirêj ku tê de hesabê charlie jî hatiye kirin, kirine.. filan..

imdb 8.1 puan daye fîlmê lê li gorî min puanê fîlmê diviya ne kêmî 9 puanî bûya anku ser 9 puanî re ye..

al pacino bi rola xwe ya fîlmê de û bi karakterê ku raxistî ser sehnê cihê xwe li ser lûtkeya çiyayê lîstikvaniyê çêdike ku carekî din tu kurê bavan nekare bigihijiye.. replîk anku tÎradên ji devê al pacino derdiçin her yek wekê şimaqekî li bin guhê mirov dikevin.. û sehne û sekansa tangoyê ku tê de al pacino, gabrielle anwarê radike reqs û sema û dîlanê şahserek e û heta carî caran wê neyê jibîrkirin..



25.10.2013 17:03 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
belki ev jî bala te bikişînin
» scent of a woman

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî