Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


41 mijar û 73 peyam
ez te bi bîr tînim

ez te bi bîr tînim

1. Sernaveke gotara (bnr: firat cewerî) ya ku Mehemed Ûzûn bi bîr tîne ye.Ev gotar 2011 n de li ser netkurd.com ê hatiye weşandin û bi rastî gelekî mirov hestîyar dike.Jiber ku kurt bû min xwest bi we re jî parve bikim.

Va ye dîsa payiz e. Min herdu enîşkên xwe spartine ser maseya xwe ya li hemberî pencerê, serê xwe xistiye nav kefên destên xwe û bi awirên melûl û mirî ji pencerê li derve dinêrim. Darên li hewşê reng guhertine, pelên wan ên zer û pastel hêdî hêdî diweşin û li erdê xaliyeke rengîn tînin pê. Lê barana ku dibare û libên wê ên gir ku li pencereya min dikin tipînî, hem min ji dema niha bi dûr dixe, hem jî min di dema niha de dixe nav xemgîniyên dilzîz. Ez li hebûna dinyayê, ya baranê û li guhertina xwezayê difikirim. Fikir xelek bi xelek û pêl bi pêl bi ser min ve tên û li min dibin gerînek. Ez di wê gerîneka fikrê de kûr diçim û gava bi ser riyekê ve dibim û serê xwe hildidim, ji nişkê ve dibim nêçîra ewrekî melankolî. Ez dizanim wê ew ewr bi hêrsekê bi ser min de vereşe, paşê vekişe û bi aliyekî din ve bikişe. Lê wê piştî wî ewrî rojeke narîn derkeve, hemû xemgînî û bêhêvîtiyên min bide aliyekî û dilê min tije şahî bike. Ev dilê ku hertim di navbera xemgînî û şahiyan de di çargaviyê de ye, carina serî ji min distîne, min bi dû xwe de dikişkişîne, carina jî dibe hêsîrê fermaneke biçûk ya mêjî.

Lê ew dil niha zîz e, diêşe. Niha, heval û rêhevalê min Mehmed Uzun di nav êşê de vedigevize û wê îro,11ê mehê, nema ji ber êşa xwe debar bike û çavên xwe li vê dinyaya gewrik bigire. Wê çavên xwe bigire û nema veke. Wê here û nema vegere. Wê jina xwe ya ciwan bi tenê bihêle; zarokên xwe sêwî bihêlin, rûpelekî girîng ji dîroka edebiyata kurdî ya modern bi xwe re bibe û here. Lê ez dikim nakim, piştî evqas sal jî, dîsa ez bawer nakim ku Mehemed çûye; ez dibêjim qey ew bi riyekê de çûye û wê dîsa vegere. Her cara ku ez li kolanên Stockholmê digerim, ez dibêjim Mehemed wê aniha di ber min re derkeve, bi milê min bigire, min ber bi kafêyekê ve bikişîne û li kafê bi min re têkeve sohbetên kûr. An jî, her ku dema xelata Nobelê tê û telefona malê lêdide, ez dibêjim Mehmed Uzun e û dixwaze berî nûçeya televizyonê nûçeya xelata Nobel ya edebiyatê bigihîne min.

Lê di rojeke weke îro de nûçeya mirina te belav bû, Mehemed!

Her ku dibe payiz û libên baranê li pencereya min dikin tipînî, ez te bi bîr tînim.


Wek îro...



22.11.2021 18:05 ~18:06 | brzn

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» bîranînên poşmanbûnê

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî