Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


25 mijar û 42 peyam
jêbirina peyaman

jêbirina peyaman

23. Taybetmendiya ku divê heya radeyekî serbest be. Weke mînak jêbirina hemû peyaman a nivîskarekî divê qedexe be. Lewra di ferhengên înteraktîf de peyam raste rast nebe jî bi hev re eleqedar in. Lê dema peyam bên jêbirin ahengî û fehma hin mijara xera dibe û diguhere. Heke ew peyama hatiye jêbirin, peyama sereka a mijarê be, yekcar wateya mijarê namîne. Wekî din jî bi jêbirina peyaman bnr û vbnryên hatine dayîn li valahîyê dimînin. Ji ber vê jî têkiliya mijaran bi hev qut dibe. Yanê nivîskar nikare bêje " peyama min e, kengî bixwazim ezê jê bibim". Belê peyam ya nivîskar e. Lê ji ber peyama nivîskar gelek peyamên pê ve girêdayî tên nivîsîn. Dema li ser peyamê bi dehan peyam werin nivîsîn û paşê nivîskar rabe peyama xwe jê bibe, li nivîskarên din neheqî dibe. Herweha jêbirina peyaman bi awayek sîstematîk, qirkirin û bêkokkirina tirşikê ye.

Weke mînak nivîskarê bi navê rasteqîn bi sedan peyamên xwe bi awayek pergalî jê biriye. Buye sedema bi sedan bnr û vbnr bêwate bibin û herweha hemû mijarên nivîskarî vekirine bê wate bûne. Ev yek zirarê dide tirşikê û neheqiyeke li ser nivîskarên têkildar. Herweha nivîskarê bi navê umed bi awayek pergalîze peyamên xwe jê dibe. ji mijarên xwe yê herî kevn dest bi jêbirina peyaman kiriye û bi qasî 4 rupel peyamên xwe jê biriye. Paşê ji peyamên xwe yê herî nû dest pê kiriye û 2 rûpel peyamên xwe jê biriye. Çend heb peyamên min jî tê de, peyamên nivîskaran yên bi peyamên wî yên hatine jêbirin re eleqedar, bêwate mane.


Axir, pêşniyarana min ji konseya rêveberiya tirşikê ewe ku divê bergiriyek li hember jêbirina peyaman bê danîn. divê herî zêde %5ê peyaman karibe bê jêbirin. Herweha di nava rojekî de ji 3 peyaman bêhtir nikaribin peyaman jê bibin.



(bnr: heydê simurg56 vê meselê jî rave bike)



21.11.2021 00:27 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
belki ev jî bala te bikişînin
» jêbirina peyamên heqaretan dihewînin

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî