Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 26 peyam
alexandre cabanel

alexandre cabanel

1. Alexandre Cabanel nîgarxêzekî Fransî ye, ku bi taybetî bi tabloya xwe ya Firîşteyê Ketî (Fallen Angel) tê naskirin û wekî mezintirîn hunermendê akademîk tê binavkirin. Ew di 28ê Îlona 1823an de li bajarê montpellier, Fransa hatiye dinê.

Cabanel di 17 saliya xwe de ketiye Akademiya Beaux-Arts de Paris û bi françois-Édouard picot re dest bi xebatê kiriye. Berhemên wî cara yekem di sala 1844an de li salona Parîsê hatine pêşandan û di 22 saliya xwe de bûrsa Prix de Rome wergirtiye. Di sala 1864an de wek mamoste li Akademiya Hunerên Bedew ê Parîsê dest kar kiriye û heta mirina xwe li wir mamostetî kiriye.

Cabanel li ser mijarên dîrokî, edebî, olî û mîtolojîk (Kleopatra, Shulamith, Phaedra, Desdemona, Ophelia, Francesca da Rimini, Adem hwd.) xêz kiriye û bûye celebek sembola Salona Parîsê. Tabloya nîgarxêzê ​​akademîk a serkeftî, ya bi navê hilhatina venûsê (Naissance venus) yek ji baştirîn nimûneya nîgara akademîk a sedsala 19-an tê hesibandin. Ev tablo ji aliyê napolyon iii ve hatiye kirîn. Alexandre Cabanel Di 23yê kanûna 1889an de li Parîsê miriye.

tabloyên wî yên navdar:
fallen angel ~ firîşteyê ketî
Here lînkê

naissance venus ~ hilhatina venûsê
Here lînkê

phaedra
Here lînkê

kleopatra
Here lînkê



20.11.2021 21:41 | yûsiv

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» alexandre cabanel

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî