Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
metaverse

metaverse

4. pêngavek gelek mezin e. sînora derfetên ku metaverse dide, tune. di eslê xwe de tenê înterneta 3d ye. belê eyn wisa ye lê belê dema mirov li hurgîlîyan difikire şok dibe. wisa:

niha di înternetê de navnîşana tirşikê tirsik.net e. Hûn di geroka xwe de wisa dinivîsin digihin tirşikê.
di metaversê de wê înternet 3d be wê navnîşana tirşikê belkî wisa be: kuçeya 12564, bajarê kardox, kurdistana yekbûyî, gerstêra venûs, galaksiya riyakadînê. divê hûn bi keştîya fezayê werin.
----
tirşik ji nivîs û wêneyan fîlan pêk tê û ev nivîs jî di harddîskek kirêkirî de tomarkirî ye. dema hûn dikevin tirşikê ev nivîs û wêne di rûpelekî de derdikeve pêşberî we. me çawa dîzayn kiribe, wisa.
Di metaverseê de dema hûn hatin navnîşana tirşikê hûn ê belkî avahîyek 50 qet bibînî. (perê me têra çiqasî bike û mîmarê me (nivîskarê me yê kodan) çiqas jêhatî be gorî wê). Di wê avahiyê de wê qatek ya pirtûkan be, yek ya fîlman, yek ya nîqaşan, yek ya sohbetê, yek ya karê wergeran û hwd.
----

dema niha em dikevin tirşikê, di panelê de em navên kesên girêdayî dibînin û dikarin peyamên taybet ji hev û din re bişînin.
di metaverseê de, dema hûn hatin avahiya tirşikê, em dîrekt rûyê hev, bedena hev û din bibînin. dema em çûn qata wergerê em ê bibînin ku brzn li wir fîlm werdigerîne. em ê jê re bêjin quwet be û derbasî qata nîqaşê bibin. em ê li wir bibînin ku merwano û heval.js li ser meseleya hdpê ketine nîqaşê, em ê hinek bala xwe bidinê lê em ê zêde nemînin.
dema em hatin salona pirtukan an jî pirtûkxaneyê em ê bibînin ku yûsiv bi tena serê xwe li ber maseyek gelek mezin yê darîn rûniştiye, bi dehan pirtûkan danîne ser maseya xwe û ji bo yek nivîsekî, lêkolînê dike. qene li rûyê me jî nanêre. ji aliyê din yê pirtukxaneye shorbevan cîgara xwe dikişîne û tiqetiqa wî kena wî ya bêdeng e.
di saet 8ê êvarê de civîna mezin ya tirşikê heye, em hemû li qata terasê li ber hewzekî mezin dicivin. azîzko ji me re li gîtarê dixe. piştî konsera wî, sohbet û gûftûgoyên me destpê dikin. mijara me polîtîkayên rêveberîya kurdistana yekbûyî ye. di civînê de nêzikî 2.000 kes hene.

---
di vê avahiya tirşikê de em bi hev re li fîlmên me wergerandî kurdî, temaşe dikin. bi hev re karên wergerê dikin, mûzîk çêdikin, t-shirt dîzayn dikin, karîkatûran xêz dikin, hevalên ciwan ji bo ygsê didin şixulandin û hwd.
lê li sînorên kurdistana yekbûyî şer heye. tirkan em li vir jî rihet nehiştine. lê li vir her tişt cûda ne. qanûnên gerdûnî hinekî wan asteng dike lê dîsa jî şer şer e û çek, tang û top li vir jî bi peretî ne.


welhasil. metaverseê wê kopyeya vê gerdûnê be. lê tenê ji aliye mantiqê ve çimkî li wir sînor, tenê di destên avakaran de ye. li wir xweda ew in. dikarin dînazoran jî vejînin, qiyametê jî rakin.

ji bo ku mirov vê gerdûnê de xweştir bigere û bêtir nêzikî rastîyê hîs bike wê berçavk, kask û cilên din yên elektronîk werin îcatkirin. wê kabîn û paldankên taybet werin çêkirin.

metaverse wê kengî bigihe asta min behskirî? nizanim lê eger tiştek derasayî nebe, wê nifşa me bibîne. tenê facebookê ji bo vî karî, 10.000 endezyaran stand. tabî ev tenê metaversea facebookê heye. dema popûlerîteya vê gerdûnê kêm bû, problem derket an jî tam tê de nema, belkî herkes berê xwe bide gerdûna şîrketekî din: kurdsverse


ev mesele dikare here gelek senaryoyên dîstopîk yên weke matrix û hwd. lê eger em tenê bala xwe bidin alê wê ya keyf û lîstikan fîlan, fîlma ready player one rasterast raveya metaverseê ye.



06.11.2021 10:47 ~10:49 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» metaverse

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî