Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


33 mijar û 52 peyam
sapiens

sapiens

2. heta 200 rûpelên pêşîn pirtûk gelek xweş diçû, min di carekî de 200 rûpel xwend lê piştî 200 rûpelê seyra pirtûkê guherî. pirtûk heta 200 rûpelên pêşî bi awayekî objektîf û li gor zanistîyê dimeşiya lê piştî 200 rûpelê êdî nivîskar dixwest fikrê xwe empozeyê me bike. piştî wê demê, ez jê pirtûkê sar bûm. Ji ber ku dema dibînim yek bixwaze fikrê xwe empozeyê xelkê bike jê dûr dikevim.

Ji bo 200 rûpelên pêşî bibêjim. pirtûk, pirtûkek nestêle ye. têra xwe xweş û agahîwar e. ji serî de dixwazim behsa serfirazîya nivîskar bikim. di pirtûkeke ewqas zanistî de mirov qet aciz nabe. min bixwe 3 saet ser hev bi baldarî pirtûkê xwend. Jixwe dema em cv-a nivîskar dibînin, pirtûkek wisa asayî dibe.

Di serî de pirtûk qala bing bangê û çêbûna gerdûn û dinyayê dike. piştî hîn agahiyên kurt derbasî homo sapiensê (homo - mirov /sapiens - zîrek) dibe. homo sapiens çi ye, ji ku hatiye, pêşî li ku çêbûye felan. Pirtûk Bi taybetî balê dikşîne ser van mijaran: êrîşên homo sapiensê yên hezar salan, şoreş û werara wan. Her wiha Pirtûk bi mijarên serdestiya homo sapiensan li dij mirovên din, homo sapiens çawa cur-mirovên din kuştine felan me dikşîne xwe.
Tiştê ku min jê hez kir, bersiva van pirsan bû:
1- dînê pêşerojê zanist e?
2- homo sapiens çawa bû kujerê ekolojîyê?
3- homo sapiens çawa homoyên din ji holê rakirin?
4- sed hezar sal berê 6 cure mirov hebûn, niha tenê homo sapiens heye. dê pêşerojê de cureyek din bikeve dewsa me?


Pirtûk qala şoreşa neolîtîkî, çandiniyê û şoreşa zanistîyê jî dike. bi awayekî objektîf bi vegotinek pisporî me di nav agahiyan de winda dike. lê divê neyê ji bîr kirin. Dema we xwend pêşî di hişê xwe de van pirsan bikin. Gelo ev rast e, çawa dibe. ango bi temamî qebûl nekin.

her wiha pirtûk qala dîn û netewan jî dike û dînan rexne dike. Tiştê bala min kişand li ser xrîstiyaniyê, bisilmanî û budîzmê gelek rexne hatiye kirin lê di derbarê cihûtîyê zêde tişt nehatiye gotin. Dibe ku tesîra cihû bûnê an jî tirsa xelkê xwe be.

Bi kurtasî pirtûk qala ji çêbûna mirovahiyê heta vêga dike. dibe encama perspektîfeke nû ji me re. ger ji min re bibêjin ez pêşnîyarê we dikim. bixwînin û li gor xwe binirxînin û biramin ku mirov gihîştiye asta xwedayî an na?



30.10.2021 17:40 | yûsiv

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik v3.0 [1]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
babetna - khosha hawraman

...
belki ev jî bala te bikişînin
» sapiens

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî