Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


25 mijar û 41 peyam
kûsî jî dikarin bifirin

kûsî jî dikarin bifirin

17. Li gorî çîrokeke kevin, Kusîyek ku li tenişta golê dijî her dem li çûkên dora xwe darî dike û çavnebariya wan dike. Ew dixwaze bifire û her roj teyrên ku li dora golê de difirin teqlîd dike. Bi demê re, ew bi van çûkan re dibe heval û hestên xwe bi wan re parve dike. Kusî dixwaze bi firînê biçe aliyê din ê golê, ger ew bixwe biçe, ev rêwîtî dê salek berdewam bike. Ji ber wê kusî lê çûkan dizivire û dibêje.
+ Ez dixwazim bifirim ku derbasî aliyê din ê avê bibim.
Çûk lê dinêrin û dibêjin.
+Ger bixwazî tu dikarî bifirî. Kusî jî dişên bifirin.
Çûk şaxek(çiqilekî) dirêjî Kusîyê dikin û jê re dibêjin:
+Vê şaxê bi devê xwe bigire û bi hişkayî gez bike.
Kusî çiqilê gez dike. Gava ku çûk radibin, ew jî bi wan re radibe û bi kelecaniyek heta niha nedîtî, bi kêf û xweşî de bilind dibe. Kusî cara yekem e ku ji erdê ewqas bilind bûye. Çawa li erdê dinêre ditirse û çawa diqîre devên wî vedibin û dikeve erdê û nav avê. Kusî wê demê fêm dike ku cihê wî ew der e...

Fîlma Kusî jî dişên bifirin, qala çend roj beriya êrîşa Amerîkayê ya li ser Iraqê dike. bahman ghobadî, di vê fîlma xwe de zarokan kiriye ser leheng. Her zarokên ku di fîlmê de derbas dibin di rastiyê de jî çîrokek in. Ango di nav xwe de gelek çîrokên dilsoj vedişêrin. Lê ya Agrîn hinek ji wan cûdatir e. Ji Agrînê re dibêjin "Keça ji Helebceyê". Agrîn Zarokeke biçûk e ku di 14 saliya xwe de ji hêla kujerên dayîk û bavê xwe ve rastî tecawizê hatiye. Agrîn vê rewşê qebûl nake û dixwaze ji vê rewşa xerab xilas bibe. Agrîn zarokê kor ê ku pişt tecawizê hatiye dinyayê jî qebûl nake û dixwaze dev jê berde û biçe.. Lê ji bilî birayê wî yê mezin, ku destên xwe winda kiriye, kesekî wê tune.

Kekê Agrîn Hengow e û ew pêşerojê dibîne û her car jî tiştên neyînî dibîne. Li gorî Agrîn, Hengow zarokê qebûl dike û her dem dixwaze wî biparêze.
Ger em biramin dikarin vê encamê derxin. Navê fîlmê ji vir tê. Ger di pişta Kusî de bar tunebûya dê bikarî bifiriyana. Ger li pişta Agrînê de bar tunebûya dê azad bibûya. Wê demê em baş têdigihin ku rewşa Agrîn û Kusîyê gelek baş hatiye şibandin.

Em werin lehengê sereke "sataleyt". sataleyt di her warî de bûye rêberê gund. Ew hewl dide ku hemû kêşeyên gund çareser bike. Ew satelîtan datîne gundan da ku xelk bi nûçeyan ji şeran agahdar bin. Ya herî girîng, ew pêşengiya zarokên sêwî dike. Ew rê dide wan ku mînan paqij bikin û bifroşin da ku debara xwe bikin. Ew bi îngilîziya xwe, a ku pê dizane, wekî Wergêr jî dixebite. Li hember şer, ji gundiyan re çekan dikire û fêrî zarokan dike ka meriv wê çawa bikar tîne. Bi kurtasî hemû gund di destê wî de ye. Di 16 saliya xwe de gundekî rêve dibe. û divê vê jî bibêjim ew evîndarê "Keça ji Helebceyê" dibe.

Di sehneyekî de Sataleyt Ji robara ku li gor gundiyan binalet û qirêj de ji bo Agrîn masiyekî sorê ku başiyê temsîl dike, digre. Ev sehne perspektîfeke xweş daye fîlmê û fîlmê xweştir kiriye.

Di dîmenekî de ku sataleyt hewl dide mînan bifiroşe de, ev gotin derbas dibûn:
"Tu van mînan 3200 dînarê difiroşî netewên yekbûyî lê ji me 20 dînarê dikirî.Dema kûçikên wan tiştekî dibînin dixwin de ka ev zarok çi bixwin" ev sehne jî destnîşan dike ku keysperestî û çavbirçîtî li her hawîrdorê, dem, kes û neteweyan nas nake.

Em werin dawiya fîlmê, hengow di xewna xwe de hemû tiştên ku biqewime dibîne. Hengow di xewna xwe de dibîne ku Agrîn kevirek mezin piyê kurê xwe ve digre û wî diavêje nav ava qirêj û bi lanet. Piştre dibîne ku Agrîn jî xwe li kendalê diavêje erdê. Dema Hengow şîyar dibe, her tişt qewimîye. Hêstir ji çavên wî tên, diçe li robarê xwe diavêje nav ava lanetkirî, lê dibîne ku Rîga(zaroyê Agrîn) di binê robarê de bi pêlavên lastîkî yên şîn razaye. Dema ku Hengow vedikişe çîyayê, ew şikalên binefşî yên Agrînê dibîne. Ew ji ber ku destên wî ji ber teqînê jê bûne, bi devê xwe şikala Agrînê ji erdê radihije û diçe....

Ez dixwazim di dawiyê de ve sehneyê bi we re tenê bihêlim û çend xulekan li serê bifikirin.
Dema şer dest pê kir, balafirên Amerîkayê li ser gundiyan firîyan, çawa hemû dinyayê xapandibin eynî wisa bi gotinên xwe yên xweş ji xelkê re, ji balafiran van peyaman avêtin.
"Hemî neheqî, qeza, xizanî dê bi dawî bibe. Em hevalê wê yê baştirîn in. Em ê vî welatî bikin bihuşt. Em ji bo êşên we biqedînin li vir in. Di cîhanê de ji me çêtir ti kes tuneye."

hûn dikarin vê nivîsê ji bloga min jî bixwînin. Here lînkê



15.10.2021 22:03 ~22:03 | yûsiv

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
belki ev jî bala te bikişînin
» kûsî jî dikarin bifirin
» jîn û hebûn

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî