Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
capsa heval.js wateya wê ji xwe re kiriye kul û derd

capsa heval.js wateya wê ji xwe re kiriye kul û derd

1. Capsa ku ji aliyê mizah-ı kurd ve hatiye amdekirin(piştî min lêkolîn kir, min dît ku orjînala capsê ne ya vî kesî ye) e. Di capsê de 4 wêne heye ku di ya ewil de zilamek nîv-tazî li girvekî ye û alîkarî ji helîkopterek derbas dibe dixwaze. Wêneyê diduyan de helîkopter li giravê dadikeve û keç û xortek têdeye ku yê xort di destê wî de tiştek weke nan û şûşeyek heye. Xort wî tiştê weke nan dide zilamê tazî. Di wêneya sisêyan de zilam wî tiştî digre destê xwe û tiştek dibêje. Di wêneya çaran de ew tişt di destê zilam de dimîne û helîkopter radibe diçe.

Here lînkê

Peyama heval.js: tirşik forûm/136984

Peyama min: tirşik forûm/136985


Vêca bi qasî ku min li capsê nihêrt tiştekî min jê safî nekir. Zêde jê nayê fêmkirin. Ya espriyek bi qalîteye ku em wê kêmasiya biçûk nabînin, an jî tişteke beredayî ye ku ne hêjayî hînbûnê ye. Lê bo alîkariya camêrî min lêkolînên xwe berfireh kirin û gihaştim orjînala capsê. Aha ew jî ev e:

Here lînkê

Lê pirsgirêke heye, ziman bi lehkî ye. Bi riya wergerên înternetê min wê qulipand kurdî. Aha ev nivîs derdikeve " tu di demeke mikemmel de hatî! Ger hesapên min rast bin ezê vegerim woodstock ê"

Lê ya rast ji vê capsê jî tiştek nayê fehmê. woodstock, bi qasî ku min lêkolîn kir bajarokek li bajarê new york a dya ye. Di salên şerê vîetnam de konserek girseyî li vêdere pêk hatiye. Herwiha "wood" bi îngîlîsî tê wateya êzing, "stock" jî tê wateya stok ê ku ew jî ji îngîlîsî derbasî kurdî bûye.



03.10.2021 12:50 ~12:55 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» capsa heval.js wateya wê ji xwe re kiriye kul û derd
» heval.js
» wateya nicknameên tirşikvanan
» wênekêşî
» xweya hûr
» kul û derd
» derdpêketî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî