Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
guneha yekem

guneha yekem

1. Xwedê dinyayê di şeş rojan de ji tunebûnê afirand û roja heftemîn bêhna xwe veda. wî mirovê yekem. Ango ademê wekî sûreta xwe ji axê afirand û jina yekem hewayê jî ji parsûyên Ademî afirand. Xwedê ji Adem û Hewayê ra got ku hûn kêfê ji baxçeyê Adenê derxin çi bikin bikin lê fêkiya Dara Zanînê nexwin. Ew Fêkî ji wan re qedexe bû! Adem û Hewayê bi gotina Xwedê kirin, lê îblîs xwe wekî marekî şanî hewayê da û ji hewayê re got vê fêkîyê bixwin ger tu vê bixwî tu yê bibî wekî xwedê, Xwedê naxwaze ji xeynî wî ti kes bibe taybetmendiyên xwedayî. ji bo wê ji we re got vê fêkiyê nexwin. Hewa di bin tesîra şeytên de ma û gezek avête fêkiyê.

 Paşê hewayê, Adem jî qayîl kir ku fêkîyê bixwo. çawa ku adem feqîyê xwar çavê wan ji dinyayekî din re vebûn. wan ferq kir ku tazî ne û Ji hewl dan xwe binixumînin. Xwedê jî  hêvîşikestî bû û ji bo vî gunehê esasî û bêîtaetiyê, wan ji bihuşta xwe derxist.

Di çanda ereban de ev fêkî, li gor hin zanyaran wekî sêvê tê qebûl kirin û li gor hîn zanyaran jî wekî mûze tê qebûl kirin. cihû, mesîhî û misilman di vê mijarê de ne yek in. cihû, dibêjin ku ew fêkî hinar bû. Mesîhî dibêjin ew fêkî sêv bû.

Ev guneha yekem di lîteratûra Mesîhiyan de wekî guneha orjînal û guneha dest pê kirina xirabîyan û ev guneh mîrasa adem ji hemû mirovan re tê qebûl kirin. li gor îslamê jî, Xwedê piştî demekê adem û hewayê efû dike û wan dîsa digihîjîne hev.



09.09.2021 10:23 | yûsiv

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» guneha yekem
» yekem salnameya kurdan

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî