Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 29 peyam
sosa soyayê

sosa soyayê

1. sosek ya xwarinan e ku ji fasûlîyên soyayê yên fermentekirî, zada qelandî, xwê û avê tê çêkirin. li mitbaxa çînê û û asyayê pir tê bikaranîn. encax di sedsala 18emîn de hatiye ewropayê. ji bo fermentekirina wê, organîzmaya bi navê aspergillus oryzae tê karanîn. tama umamî dide xwarinan. bi qasê tê zanîn berî 2200 salan hatiye dîtin û bikaranîn. di noodle, birinc û xwarinên suşî de gelek tê bikaranîn her wiha wek sosa dîpê jî bikaranîn.
peydakirina vê sosê di orjînala xwe de bi rîya organîzmaya Aspergillus oryzae ye lê belê êdî bi rîyên kimyewî jî ev reaksîyona pêwist dikare lê were peydakirin.
tama sosê hinek jî bi saya reaksîyona maillardê lê peyda dibe. (ev reaksîyon di qelandina goşt, sorkirina nên, kek û bîskûvîtan de jî diqewime wê tama tîr ya xwarinê lê peyda dike)

tê de zêde zêde xwê heye. loma dema di xwarinekê de were karanîn, divê hesaba xwê li gorî vê rastîyê were kirin. ji ber vê rewşa wê, tama wê bêtir di bin bandora xwê de ye, ji xeynî xwê tama umamîyê jî tê de pir heye, weke din hinekî şîrînî û gelek hindik jî tehlî lê heye.

di 100 ml ya sosê de;
Enerjî : 60 kcal
Ron/dohn: 0.1 g
Karbonhîdrat: 5.57 g
Fîber/lîf: 0.8 g
Proteîn: 10.51 g
Xwê: 6 g heye.
çavkanî: https://en.wikipedia.org/wiki/Soy_sauce#cite_note-Antioxidants-61



Tenduristî??

lêkolînekê derxistîye holê ku soyaya tîr ya çînan, li gorî şeraba sor 10 qet zêdetir antîoksîdan dihewîne ku ji bo nexweşîyên dil û demaran bandorên wê yên erênî hene. her wiha bandora wê ya dijî allerjîyê jî heye.

li gorî lêkolînekê, di %22ên sosên soyayê de madeya bi navê 3-MCPD hatîye dîtin ku asta wê ji bo peydabûna kanserê, ne ewle ye. her wiha di %60-70ê wan de jî madeya bi navê 1,3-DCP hatîye dîtin ku ev jî ji bo kanseran rîsk e. komeleya kanserê ya kanadayê di sala 2012an de dîyar kiriye ku sosên li kanadayê, ji bo tenduristîya gelê kanadayê, di nav sînorên ewle de ye.

sosa soyayê îsoflavonan dihewîne.(herî zêde genîsteîn û daîdzeîn) îsoflavon antî-ostrojen in û ostrojen jî sedemeke kansera pêsîran e. loma tê îdîakirin ku soya dikare rîska kansera pêsîran kêm bike. li gorî van lêkolînan, di navbera soya û kansera pêsîran de têkilî nehatîye dîtin:
Here lînkê
Here lînkê

di vê meta-analîzê de jî hatîye dîtin ku soya rîska kansera prostatê kêm dike (lê tenê ya fermentenekirî!):
Here lînkê

li gorî vê lêkolînê jî soya rîska dîyabet bi tîpa 2emîn, kêm dike:
Here lînkê

di vê lêkolînê de tê nîşandan ku têkilîya xwarina giştî ya soyayê bi kansera ûr re tune lê soyaya fermentenekirî rîska vê kanserê kêm dike. ji aliyê din ve xwarina şorbeya misoyê rîskê zêde dike.
Here lînkê

bi kurtî, ji aliyê tenduristîyê ve ne pêkan e ku mirov bêje vê sosê ji menûya xwe derxin an jî her roj bixwin.



25.07.2021 18:38 ~18:39 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
[1]
bi zimanê korevî tê me'naya district.
minak; yongsan-gu, dondae...
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Qewî gur li kû miriye......
xwarina herî xweş [1]
Xwarinên bi destê diya min têne çêkirin yên herî xweş in....
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Her wiha gurên kîjan çiyayê mirîne jî tê gotin. Piştî qenciy...
sallana sallana nietzsche ser avê [2]
Navê straneke, ji bo nietzsche yê hatiye nivîsandin nîvî tirkî...
belki ev jî bala te bikişînin
» sosa soyayê

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî