Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
18.07.2021 sûrprîza mezin ya tirşikê

18.07.2021 sûrprîza mezin ya tirşikê

8. sûrprîza ku niha di weşanê de ye: lêgerîna di nav pirtûkên kurdî de!
(bnr: lêgerîna di nav pirtûkên kurdî de)
vê gavê em dikarin vê sîstemê di beşa ferhengê de bi kar bînin. ji bo ku hûn di 2 deqeyan de fêhm bikin, ji kerema xwe re vê vîdyoyê temaşe bikin:



bi saya vê sîstemê, em bi hêsanî dikarin ji bo her peyvekî kurdî, rasterast ji wêjeya kurdî, mînakên bikaranîna peyvê, peyda bikin. aniha tenê nivîskarên ku herî kêm 100 peyam nivîsandine, dikarin vê menûyê bibînin. nivîskarên 100 peyam nivîsandî, dikarin sîstemê bi kar bînin û ji bo peyvan hevokên mînak yên guncaw lê zêde bikin. bi vî awayî wê her bikarhênerê turkcekurtcesozluk.comê bikare van hevokan bibîne.

heta niha me ji 45 pirtûkên kurdî, 94.100 hevokan li danegeha xwe zêde kirine. sîstem di nava van hevokan de lêgerînê dike. lîsteya pirtûkan li jêr e û wê her zêde bibe.

ev sîstem bê gavê ji bo beşa ferhengan e lê belê di pêşerojê de dibe ku em bi rêbazên dîtir jî bi kar bînin. em ê di pêşerojê de qutîya lêgerînê, di ciheke mûstaqîl de jî bi cî bikin, da ku dema di derbarê karanîna peyv, biwêj û hwd. de nîqaşek çêbe, em bikarin ji nivîskarên wêjeya kurdî alîkarî bistînin.

her wiha, di rojên pêş de em ê qutîya lêgerînê her wiha di binê rûpela peyvan de jî bi cî bikin.

lîsteya pirtûkan:
Labîrenta Cînan Hesenê METÊ
Biyanî Albert CAMUS
Çiyayê Agirî Yaşar KEMAL
Mijabad Jan DOST
Siya Evînê Mehmet UZUN
Mişk û Mirov John STEINBECK
Reş û Spî Îbrahîm Seydo AYDOGAN
Şevên Spî Dostoyevskî
Smîrnoff Hesenê METÊ
30 Çîroken Bijare Husein MUHAMMED
Balûlka Şekirê Hesen SILÊVANEYÎ
Bandora Edebiyatê Lokman POLAT
Başûrê Kurdistanê Hesenê METÊ
Berê Gotin hebû Mustafa AYDOGAN
Compûtera ber dilê min Mahmûd LEWENDÎ
Moa û Pelle - Çîrokeke Evînî Kerstin Johansson i BACKE
dara gozê Serdar ROJAN
derdê gel D. Îsmaîl HESSAF
Dê Û Dêmarî Egîdê XUDO
Di Folklora Kurdî de Serdestiyeke Jinan Rohat
Evîn û Şewat Sidqiyê HIRORÎ
Gardiyan Bûbê ESER
Girtî Firat CEWERÎ
Gopalê Sor Meşal TEMO
Gulbijêrek ji Çîrokên Gelêrî Metîn KEWÊ
Hêsîr û Baran Bavê NAZÊ
Kadîna Mişkan Zeynelabidîn ZINAR
Kahraman Axayê Rikoyî Jules VERNE
Keça Kurd Zengê Cemşîd BENDER
Kevoka Spî Firat CEWERÎ
Kurdên Haymanayê Georges PERROT
Kurê Zinarê Serbilind Sidqiyê HIRORÎ
Mîrzayê Biçûk Antoine de Saînt-Exupery
Ordîya Mêşên Hunguv Bekîr YILDIZ
Pêşmerge Rehîmê QAZÎ
Qaqlîbaz Richard BACH
Rastiya Ziman, Wêje û Çanda Kurd Abdulah OCALAN
Serkomare Kurdistanê li Ber Dadgeha Îranê Bedredîn SALIH
Serok û Sokrates Huseyîn KARTAL
Sê Şev û Sê Roj Laleş QASO
Sorê Gulê Silêman DEMIR
Şevên Zengîn Newafê GEDO
Şopên Geş Şivan KAVÊ, Aynûr AMED, Doğan XEZNA
Xalê Min Ferîd Paşa UZUN
Xezal Sîma SEMEND



19.07.2021 23:05 ~23:06 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» 18.07.2021 sûrprîza mezin ya tirşikê
» mezinbûna bêhempa a tirşikê ku pêşiya wê nikare bê girtin
» tirşikê de îhtimala xwandina peyamên taybet

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî