Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


25 mijar û 43 peyam
pêlên elektromanyetîk

pêlên elektromanyetîk

1. cûnên fotonan in. gorî frekans, pêldirêjî û wizeya fotonê li ser vê şevengekê hatine rêzkirin: Here lînkê
ji jor berev jêr:
tîrêjên gama
tîrêjên x
tîrêjên serbinefşî (ûltraviyole)
tîrêjên bînbar
tîrêjên jêrsor
tîrêjên mîkro
tîrêjên radyo

bi formûla c=f.λ (c=leza roniyê, f=frekans, λ=dirêjiya pêlê) ji ber ku leza roniyê neguher e em dizanin ku eger frekans pir bibe dirêjiya pêlê kin dibe û eger frekans hindik bibe dirêjiya pêlê dirêj dibe. bi formûla e=h.f=h.c/λ (e=wize, h=neguhera planckî) jî em dizanin ku eger frekans pir bibe wize jî pir dibe û eger dirêjiya pêlê kin bibe wize pir dibe. îja bi van agahiyan em dikarin bibêjin ku di lîsta jor de berev jor frekans û wize bilind dibe û berev jêr dirêjiya pêlê bilind dibe. ji ber vê jî tîrêjên x û gama radyoaktîv in. ji nav van tîrêjan çavê mirovan tenê dikare tîrêjên bînbar bibîne. ev taybetmendî gorî candaran diguhere. bo nimûne mar tîrêjên jêrsor dibînin ku ji germiyê dertên. bi saya vê dikarin di tariyê de jî nêçîra xwe bibînin.

herwiha divê em ji bîr nekin ev hemû tîrêjana cûnên roniyê ne û ji fotonan pêk tên loma jî leza wan yek e û leza roniyê ye.



23.06.2021 01:21 | keyomerd

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Xwedê te hidayet bike Xwedê rêya rast ber te xe Xwedê te nexe ber ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku zêdebûna wê digihîje tenê cîhekî: hêsanî. hêsanî bi hêz...
femonasyonalîzm [1]
li ewropayê salên dawî fikreke nû şîn bû. Navê wê femonasyonalîzm e. E...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
belki ev jî bala te bikişînin
» pêlên elektromanyetîk

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî