Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
2001: a space odyssey

2001: a space odyssey

1. fîlmeke ji cûreya xeyalê zanistî, ye.

her çiqas di sala 1968an de hatibe kişandin jî, him ji aliyê dîmenan ve him jî ji aliyê senaryoya xwe ve qet li mirov nade hîskirin ku fîlmek kevin e.

derhênerê fîlmê stanley kubrick e. ev efsaneya yekemîn e. senaryoya fîlmê jî aîdê arthur c. clarke e. û ev jî efsaneya duyemîn e. jixwe ji van her du efsaneyan, fîlmek efsane dernekeve wê ecêb bûya.

heta dikarim wisa bêjim ku heta niha jî tu fîlmeke tirkan de efektên feza û teknolojiyê evqas serkeftî nehatiye emilandin.



wateya navê fîlmê "2001: destaneke fezayê" ye. û mijara fîlmê destana pêşketina mirovatiyê ye.

fîlm li ser teoriya werarê hatiye avakirin û ji serdema meymûniyê hetanî serdema fezayê, guherîn û wekexwe-mayînên mirovatiyê radixe ber çavan.



fîlmê de zêde aksiyon tune û sahneyên "dişiyin dişiyin" tune ne. kesên ku fîlmên xeyalê zanistî weke fîlmên aksiyonê dibînin, wê ji vê fîlmê destvala vegerin, serî de vê bêjim.

fîlmê de navbera sahneyan de, ber mûzîka klasîk re çend deqeyan tenê dîmena reş tê nîşandan. ev belkî him derbasbûna demek dirêj temsîl bike him jî belkî ji bo temaşevanan ji bo fikirandinê hiştina wextek be.

hember vê yekê û dirêjahiya fîlmê ya bi qasê 2.5 saetan, mirov qet ji fîlmê aciz nabe û naxwaze fîlm biqede.



ji sahneyên ewil pê ve, meraqek mezin mirov dipêçe. piştî fîlm xelas dibe jî, piraniya vê meraqê serê mirov de dimîne û heta çend rojan jî dikare serê mirov tevlîhev bike. jixwe ev jî tam ew tişta ku ez ji fîlmek an jî ji pirtûkek hêvî dikim, e. fîlm an jî berhemên din yên hunerê, pêwist e mirov bidin fikirandin û tesîr li ser raman an jî hestên mirov bike. neyse, em vegerim fîlmê.



hê min ji bîr nekirî, dixwazim behsa çend xalên balkêş bikim.

sahneyeke fîlmê de astronotê cîhazek bi dîmender bi kar tînin ku gelekî dişibin tabletên îro. heta tablet bixwe ne. lê bifikirin, wê demê hê bihêlin tablet û laptopan, hê komputerên mezin yên ser maseyan jî gelek kêm deran hebû.

dîsa hineek sahneyan de xuyaniya dinyayê ya ji fezayê, tê nîşandan. lê dîqat bikin, wê demê hê mirovatiyê nekarîbû ji dinyayê derkeve û wê demê hê tu wêneya dinyayê ji fezayê nehatibû kişandin. lê hember vê yekê jî, wêneya dinyayê ya fîlmê de ku li gorî texmîn hatiye afirandin, gelekî dişibe rastiya ku em niha zanin.



fîlmê de hemû zagonên fezayî hatine parastin. eyn weke rastiyê, sahneyên fezayê de, tenê bêdengî heye. ji ber ku bi rastî jî li fezayê ji ber tunebûna atmosferê deng tune ye.



heta niha min behsa taybetiyên giştî û sere sere ya fîlmê kir. ji ber ku ditirsim ku bikevim meseleya naverok fîlmê. lewra, ewqas kûr û tevlîhev e. senaryo gelek hêsan e eslê xwe de lê fêhmkirin zehmet e. bi taybetî dawiya fîlmê komple metafîzîk e ku herkes dikare jixwe re wateyek din jê derxîne.

weke mînak gelek kes îdîa dikin ku ya ku dawiya fîlmê de tê nîşandan ubermensch (üstinsan - bi kurdî?) a teoriya nietzsche e.



bi kurtî em dikarin bibêjin ku derdê fîlmê nêrînek derbarê pêşketina mirovahiyê û çavkaniya vê pêşketinê ye.



piştî evqas agahiyan pêwist e tirşikvanan biryar dabe ka fîlm li gorî wan e an na. ji ber ku ev demek dirêj e ku min temaşe kiriye, zêdetir nayê bîra min. lê jixwe fîlm hêjayî temaşekirina çend caran e. heta dîsa temaşe bikim, gotinên min ev in hakim beg.






kevira ku fîlmê de her cara ku xuya dike dibe sedema pêşketinê û derbasbûna serdemek nû, ji aliyê hinekan vê tê gotin ku sembola mûdexaleya xwedê ye. lê ji aliyê din ve fîlmê de tê qqebûlkirin ku mirov ji meymûnan hatine. yanî fikra fîlmê ya derbarê xwedê de ne net e.



20.10.2013 13:06 | simurg56

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» 2001: a space odyssey
» space

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî