Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
bear grylls

bear grylls

4. Leşkerek artêşa îngîlîstanê ye. Ji hêzên taybet yên îngîlîstanê emekdar bûye. Bi bernameya xwe ya " bi bear grylls re mirov li hember xwezayê" hatiye naskirin. Di her bernameyê de bi helîkopterê an bi wesayîtekî diçe derekî gerdûnê yê ku şaristanî lê tune û hewl dide bi tena serê xwe û bi kêrekî li jiyanê bimîne û xwe ji wî cihê kambax rizgar bike. Xwe rizgar dike jî.

Di nava bernameyê de tevgerên xwe digel ravekirinê dike. Car caran şîretan jî li bîneran dike. Taktîkên ku ji hêzên taybet yê keyaniya yekbûyî fêr bûye li qadê bikar tîne. Gelek bi avê zane û li hemû cûre avan de kare soberiyê bike. Bi dehan cûrê girêkan zane.gelek cûreyên agirpêxistinê zane. Li ser ajal û nebatan xwedî zanînên girîng e. Heya kîjan cûre beq bi jehrî ye û kîjan paqij e, ji rengê wan dinase. Ji aliyê tendurustiyê xwedî zanînek bingehîn e. Li hember bûyerên cîyawaz yên ku li qadê derdikevin pêşiya wî, bersiv û çareyên jîrekî û hêsan dibîne û çareser dike.

Gelemperî li cihên ekstremûm ji neçarî ajalên virçoqî û dilê mirov ji wan li hev dikeve dixwe. Beq, gumgumok, kulî, morî, ajalên mirî, jîjo, kevjingal, mar, tîmseh hama heçî afirîndeyê bi dest wî bikeve bêyî ku li cûreya wê binehêre, li ber çavê wî proteîn, çewr û karbonhîdrat dixuye. Carekî lê şahid bûm ku li çoleke fire û zuha ji tîna mîza xwe jî vexwar. Carekî jî tîmsehek nesla wê li ber qedandinê zevt kiribû û xwaribû. Ji loma ceza lê hatibû birîn.



05.06.2021 23:45 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» bear grylls

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî