Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
qebehetên zaroktiya tirşikvanan

qebehetên zaroktiya tirşikvanan

19. qebehetên ku min gotibû qewlî camêrek ji hazira çêtir ezê jî ji rizgo helalî bixwazim, ji mihemed sihîdo, ji mele emin, ji meta mexbûlê, ji xatiya siphiya, ji apê heybeto, ji apê bihemedo, ji xalê lutfî , ji metînê tablecî, ji şewketo ji hecî ahmed, ji amojina fexirya, ji muhabîrên france4 ê,.... û li gundê kurbeytê mal bi mal bigerim.. ezê ji kî helalî bixwazim û ji kî nexwazim *

Ka berê ez qebehetek û helaliyek ji yekî deştî ku me carek tenê hevdiye helaliyê bixwazim : )
Rojek motorek zeveş hat gundê me jibo firotina zebeşa dest firotina zebeşa kir werin zebeşa, debeşên diyarbekir.. zebeşek şikand got binihêrin ne kale.. çend zûla da yên der dora xwe zûleka wekî kaxezê cixarê da min jî min temijand mala xwe xerabkir ez ku rihê min di zebeşekdeye ka ew zûl min têrdike, min got xalo tu bi genim zebeşan didî? bersiv an e bû anjî na bû* nayê bîra min lê ez di heyatêde newêrim herim genim bînim ewê apê min min bike elba genim.. jixwe neyeta min nekirîne.. zebeş firoş jî çar kesin keysa diziyê jî tune li dora motorê wekî heciyê li dora kevirê hecê here were, vêde, wêde na keys tune..
Ez nêvzî zebeşan dibim dibên zarokno belav bibin, kîrê we di quzê çiyê hevkim belavbibin.. gundî tev li ber motorêne, ez ji zebeş firoşa bidizim jî nikarim ji wan bidizim şebeşek qirase têkim kura xwe..

Min dît ku nave min got divê ez şeytaniyek bikim ez îro zebeşek ji erebê dernexim ezê bi behecim, bê zebeş herim..
Min li dora xwe nihart wa hevalekî min li ba mine ez dibêjim were te ji minre ji jorde şandin min jî jitere.. min got were emê herin dervayê gund pêşiya motorê dema motora zebeşa hat emê bikebin romorqê.. em çûn ser kaniya gund sê çar heb hevalên din jî li wirin dikebin avê ew jî jixwe li tiştek wisa digerin baş cilê xwe jî lixwe nekirin.. Em çûn 2-3 km durî gund me xwe di nav deviyekde veşart me plan çêkir wê yek bikebe romorqê û zebeşa dake yên din jî ji dest bistînin, yê rake zebeşê xwe bira here.. hevalên min jixwe tev bizdanekbûn ev barê romorqê ma li ser milê min, motor ji gund derket hat 20 metre jimin bihirî ez bazdam çûm ketim z/sika û zebeşan dadikim. zebeşê dadikim ji 5-7 heb pêştir van kera yek na qefêlin, zebeşê dikebe yê dibe sê telaş yê dibe deh telaş ez jî dabêjim 1,2,3,..9,10.., 20, 21 22 motor 100-200 metre bi rêve çûye min jî zebeşan jê avêtiye ne şorkirî 20- 30 heb zêdebûn nekêmbûn. Ku şofêr min di eyneyêde nedîta min hê jî zebeşa diavêt şofêr ji nişkeve bifirênê girt bilindkir motor bi firênê piçek kaş bû..ez jê peya bûm û em reviyan weka xwedê camêro neda dû me an nizanibû çi zirar dîtiye an jî dît ku zebeşên pelaştî di rêde rêzbûne û an em ji berê hinda bûne tiştek bike tune da serê rê çû.

Ez hêvîdikim heqê xwe bi dijûna helalkiribe *
Ez niha difikirim ez berê çi har û nerhetbûme ezê çewa rih bidim?
Em çûn me zebeşên pelaştî çend heba xwar yên din jî me veşart ji rojek dinre, em belav bûn.. çûm ketim avê .. bû evar Ez çûm malê apê min şivek di destadeye ji dûrve dipirse kurê bavê min tu îro li kuderê bûy ez jî tirsiyam ket dilê min û min texmîn kir ku hevalek bi devê xwe nikaribûye hatiye gotiye em ketine motorê ji nişkave da dû min ez reviyam hê li min nexistiye ez dibêjim welleh ez edî naçim ber karika, şivantiyê nakim û direbim ka min zevft dike.. Dest ji min berda.. bû êvar tarî ketiye edî wextê razanê tê ez li benda razana wî me lê ez difikirim lê şeveqê zû radibe limêja sibê wê teqez min zeftke xelasî tune armanca min hinek bîna wî were berê.. bû şeveq misînek av bimindekir ez şiyarbûm ez ketim bad trîbê, dibêje wê êdî çewa be ji destê te, wê rojê yek were berderî/bisermede were, do te quşxaneyên nûn yên metînê tablecî diziye tewandiye daye bi qeşîrdondirma, pêr hêkên binê tûtika bi qup biriye, îro ketî motora zebeşa.. kerê lêxistinêyî tu bûyî toqa naletê, rabe dezmêj bigre li mêj bike, here ber karika tu hatî rake elîfbêtika xwe here ba seyda.. filan û bêvan kî guh didê.. min jî li hevala kir eks ez û hevalek jidil çûn me zebeşek jî xwar di ser lêxistinêde me wan zebeşan li derek din veşart min wî ajanî jî zevtkir ji me qetand ambargo da serê me pêre xeber nedida û me ne dihişt bigihîje me.. herwiha pirê cara ji lêxistinê difilitîm car car dibûm kerê lixistinê jî lê min dîsa weka xwe dikir roja min bê aksiyon û macera qebehet derbas nedibû dibê qey ez li teksasêbûm * xwedê ji apê minî mehmûd razîbe ez bawerim meqamê mehmûd ji bû wîye * ne ji tirsa wî bûya minê gund xerab bikira rojê agir bi genimê hinka dixist *



30.05.2021 21:29 | shorbevan

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» qebehetên zaroktiya tirşikvanan

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî