Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
vivaldi

vivaldi

3. geroka ku ji aliyê estetîkê ve kêfa min jê tê. qasî du salan min ew geh li ba firefoxê geh li ba operayê bi kar anî - bi taybetî bo hilpekînên medyayên civakî bi kar bînim. taybetiyên wê yên hûrgilî li ser kombersê xwe didin pêşiyê. lê belê li ser jîrfonan -heke ruhekî we ya vekolîner tunebe- hema dişibe gerokên din. heta mehekê berê jî li ser du amûrên min de hebû lê êdî tune ye. ez gerokan bi senkronîzeyî bi kar tînim. piştî guhertoya kurdî ya firefoxê bo jîrfonan hate weşandin, min êdî giraniya xwe daye firefoxê. ji ber ku min ji telefonê jê bir (û dêvla wê brave-ê bar kir) vivaldiya kombersê jî ji amûrê rakir. lê bi rastî bo min rehetî jî bû. ji ber ku li ser kombersê pir dereng vedibû. (divê mikur bêm, a firefoxê jî dereng e, lê mewaya wê ji ya vivaldiyê kintir e. sebeba derengiyê jî nizanim, belkî ji ber linuxê ye, belkî ji ber nermalava kombersa min be) her wiha tiştê ku di vivaldiyê de xwe da hezkirin, bêguman derfetên fireh ên şexsîkirina gerokê ne. bi min ji bo ceribandinê mirov dikare şansek bide wê. tew wê di demekê kin de kurdiya hemû guhertoyên wê jî derkevin. yanî ji aktîvîzma zimên jî qadekê nû pêşkêş dike. siheta @cyaxaresî xweş be. lê ji girêdana jor min hinekî çav bi nivîsên kurdî yên malperê xist û hinin kêmasî û şaşîtî bala min kişandin. divê werger ji aliyê kesin din ve were venêrîn û serrastkirin.



29.05.2021 10:50 ~10:51 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» vivaldi

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî