Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
a man who defies the world of bl

a man who defies the world of bl

1. rêzefîlmekê blyê ya japonan e. ji şeş beşên kin pêk tê û di adara çûyî de hatiye weşandin. ji mangayekê hatiye adaptekirin û armanca afirandina wê jî rexnekirina mangakayên yaoi ye. ji ber ku hemû çîrokên yaoiyan li ser heman qlîşeyan ava dibin: seme dirêj, lewend û sergiran, uke stûdirêj, piştzirav û nazik in; fujoshi li her derê ne û xortên çeleng û xweş dikin ship. hwd. japon ne di romantîzmê de feqet di warê qomediyê de bi rastî ji tayland û taywan û koreya başûr baştir in. belkî jî ew gazî û hawarên wan ên peyvan hêmanekê xurt a qomediyê dide xerîbên mîna min.

ji ber ku di cîhana bl-yê de dixwaze serleheng be, dixwaze mob be (lehengê alîkar), herkes potansiyela têkiliya hezkiriyê hildigirin. qehremana vê rêzefîlmê jî piştî xwendinên dirêj ên yaoiyan fêr dibe ku ew jî di talûkeyê de ye. heke bêhemdê xwe kitêbên xwe bixe erdê, li kuçeyê rastî serseriyekî bê, di baranekê de li benda otobusê be yan jî serxweş bibe, wê miheqeq seme an jî ukeyekî were yên ku gul û çîçek dora serê wan di nav roniyêkê de vedibin û di awirên ewilîn de wê aşiqên hev bin. loma ber xwe dide û naxwaze bibe hezkiriyê xortekî. di vê serpêhatiyê de gelek sehneyên qomîk derdikevin. heta niha ez di bl-yekê de hewqas zikopişto nebûbûm.

lê divê hişyar bikim, heke tu manga an jî rêzefîlmên bl-yan nizanibî, nexwendibî, lê temaşenekiribî, wê ji bo te hemû hêmanên qomediyê bêmane bin. ji ber ku rêzefîlm/manga yekser rexnekirina mangayên/rêzefîlmên yaoi ye.



21.05.2021 11:36 ~12:10 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
fikrên orîjînal [3]
Fikrên/pêşniyariyên li hemberî asîmîlasyonê ne. Mînakek hat bîra mi...
ejdeha [3]
Di devoka Semsûrê da “Ejdiya” tê gotin. Apê min ê rihmetî di şevên ziv...
ejdeha [1]
cinawirekî ku têkilîya wî bi maran ve û herweha bi hespan ve heye. nim...
ejdeha [5]
li gor çîrokan canawerek pir gir û tirsnak ê wek maran e. bi ling û çe...
pêşniyarên navên kurdî ji bo komên rockê [4]
Pêşnîyara min ji bo serenavê mijarê ye: Bila edîtorek jkx sere...
belki ev jî bala te bikişînin
» manakî mû
» who is it
» the best of youth
» world wide web

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî