Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 70 peyam
budîzm

budîzm

2. nehatiye gotin lê ev peyama yûsiv budîzm/131024 ji felsefe amadeyî 2 (Saziya Minhacan) hatiye copy-paste-kirin û lihevanîn. dewama gotarê ev e:

Di serdema derketina Bûda de, civaka hindistanê di nav cudahiyeke taybet de, dijiya. Di navbera çînên jêr û jor de, cudahiyeke pir mezin, hebû. Mirovên çînên jêr, nikaribûn xwe bigihînin mirovên çînên jor. Jiyana wî:

Bûda, tê wateya ronîbûyînê. Ew kurê mîrekî Hindistanî ye. Beriya ku navê Bûda bigire, bi navê Gotama dihate nasîn. Di sedsala 6'an de derdikeve. Ew bi xwe mîrzayekî dewletê bû. Dewleta Hindistanê bi çînan ava bûbû. Sazûmaniya rahibên Hindan (Brahman), hem bi dewlemendiyeke bêhempa, hem jî bi komên ku mîna mirovan nedihatin dîtin, hatibû avakirin. Serdema ku ew tê de jiyaye, li Hindistanê sazûmaniyeke çînan a pir dijwar hebû. Weke ku hizirkar dibêjin, Bûda, di nava xweşî û şahiyê de, mezin bûye û hejarî nedîtiye. Piştî ku, êş û zordariya çînên bindest dibîne, bi vê yekê pir bandor dibe. Gelo ji bo çi Bûda dest bi lêgerîn û lêkolînê kiriye? Bûda, ji bo çareseriya hejariyê, dest bi lêgerîn û lêkolînê kiriye. Bi pênc peyrew (mirîdên) xwe re, şeş salan li bin darekê (jê re tê gotin dara jiyanê) li benda, rênîşaneke xwedayî dimîne. Hedar (sebir) dike da ku ji ezmanan sirûş jê re were rêkirin, lê tu encam bi dest nexistiye. Nerînên Bûda, di demeke kurt de, belav nebûn. Piştî demekê, li tixûbên Çîn û Hindistanê, tê pejirandin. Weke ku hinek hizirkar dibêjin, li Çînê zûtir bi pêş diket.

Nerînên bingehîn ên Bûda wiha ne:
1- Cîhan û civak, bi êşan tije ye.
2- Di bingeha êşan de, xwestek, tirs û nezanî hene.
3- Xwerizgarkirina ji wan êşan, gengaz e. Ev jî bi rêya xwegihandina ronîkirina herî bilind (Nîrvana) çêdibe; Nîrvana tê wateya ronahî û dilpakiyê; ango xwerizgarkirina ji êş , azar û gihiştina asta herî bilind a paqijkirina giyanî.
4- Rêya vê "yoga" ye. Yoga, ronakbûna bizanîn, kûrahiya hindirîn û rê û rêbazên xwegihandina, Nîrvanayê ye. Çend destûrên Bûdîzimê, yên jiyanê jî ev in:
1- Destê xwe dirêjî malê kesekî neke.
2- Zindiyan mekuje.
3- Tiştên nerast, mebêje.
4- Ji tiştê ku mirov serxweş dikin, dûr bikeve.
5- Ji jiyana kesên din re, rêzdar be.

Di dewleta koledar a Hindistanê de, Bûda rista herî girîng a di warê bîr û baweriyeke tund, hêvî û hezkirina jiyanê de, dilîze. Di nav êş û kulan de be jî rêya hêvî û baweriya jiyan û siberojeke paqij nîşan dike. Nerînên Bûda, bi giranî li ser derd û kulên çîna bindest, hatibûn hûnandin û wekî berdewamiyeke sincî bû. Li gorî derfet û mercên civakê û Hindistanê jî di nav de, Bûdîzm weke
çareyekê derket pêş. Felsefeya Bûda, di bingeh de felsefeyeke sincî ye. Di Bûdîzimê de, bandorên xurt ên çanda Neolîtîkê hene û nirxekî mezin dide xwesteka jiyana azad. Felsefeya Bûda, li başûr rojhilatê Asyayê, desthilatdariya xwedatiya Birahman şikand û bandoreke berfireh lê kir.



20.05.2021 15:13 ~15:16 | sitî cp

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» budîzm

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî