Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
beyto

beyto

1. çîroka fîlmê têkoşîna geyekî tirk ê swîsreyî vedibêje yê ku bo jiyanekê azad li hemberî dêûbavê xwe disekine. dêûbavê wî hevzayendîtîya layên xwe qebûl nakin û serî li fêl û hîlekariyê didin. fîlm bi nêrînekê rexneyî mihefezekariya dêûbavên wî yanî tirkan jî kiriye kul û derd ên ku li ewropayê li almanya û swîsreyê dijîn. tu çiqas jîr bî, çiqas jêhatî bî, dixwazî bibî layê/zarê tenê yê dêûbavê xwe, mesele berpêbûniya zayendî be, hemû hezkirin û dilrehmiyên mirovan -bo zarên xwe be jî- winda dibin û nefret serdikeve. mirov dikare li vir para kurdan jî bikuje. [ahmet yildiz û roşîn çîçek bi bîr bînin] werhasil çîrok xweş bû, lîstikvan têra xwe profesyonel bûn, derhênerî jî gelek serkeftî bû. lê belê di senaryoyê de hinin caran xavbûnek dihat dîtin. bi xisûsî di sehneyên dilketina beyto û mike-î û berî dawetê de. meseleyek din jî ziman û usluba replîkan bû. temaşevan bêyî xebat û xîret fêm dike ku senarîst yek ji welatên ewropayê ye. ji ber ku replîkên gundiyên tirk xweş li devê wan nedihatin mîna bajarî xuya dikir. ev kêmasiyeke mezin e ji ber ku di navenda çîrokê de xerabiyên mihefezekariya gundiyan jî hene. ji xwe bo piştgiriyê bidin vê fikra xwe wekî dijberê bajêr cih didin gund. lê ev pirsgirêk ji bo temaşevaneke alman tune ye, tenê ji bo tirkî-axivêran berbiçav e. honandina çîrokê bêyî van xisusan serkeftî bû. dîmen ji serî heta dawî xweş bûn. min fîlm eciband, xweş bû. dengê lîstikvanê beytoyî pir xweş bû. hinekî ziravik bû. lê adonisên wî her tiştî da jibîrkirin.*



17.05.2021 23:16 ~23:33 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» beytocan

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî