Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
karika heidi

karika heidi

1. Kul û derdê biruya hayao miyazaki bû.
Lehenga xêzefîlma Heidi de hevala Heidi ye. Navê wê Schnucki ye.

Tê bîra min gava ez zarok bûm, ev xêzefîlm serê sibêhê li ser televizyonê dişûxûlî û hengî kêfa min jê re dihat berî herkesî hişyar dibûm û min tv pêdixist. Lê ji tirsa dîya xwe, heya ji min dihat min dengê wê kêm dikir. Ji ber ko livînên me li erdê raxistîbû û em li nav hev de radizan, sibehan wek pisîkan hişyar dibûm û li ser tilî dimeşîyam û min xwe davêt hûndirê ko tv tê de ye.
Her roj nemaze jî sept û leda zû radibûm û diçûm ber tvyê ko ez ji fîlmê xwe nemînim. Nexasim ewqas min lê dinerîya, di bîra min de bi tenê xelekek wê cîhek qewîn girtîye ku çawa çavên min li kerîyek peza bikevi cîde ew bêş tê bîra min.
Ew xelek jî li ser Heîdî û karika Schnuckî bû. Gava betlana havînê diqede û dibistan dest pê dike, Heîdî xatir ji kalkê xwe, ji Peterê şivan û ji karika xwe dixwaze û diçe bajêr. Piştî çend mehan dibistan dîsa dikeve neqebê û betlan dest pê dike vêca Heîdî vedigere gûndê kalkê xwe. Gava diçe serdana Peter, çav li karikeke dikeve û ew dişibîne Schnucki. Îca bang li karikê diki lê karik bala xwe jî nadiyê. Hengî dilê wê dimîne kela girî dikeve qirika wê û çavên wê tije hêsir dibe û ji Peter dipirse,” Gelo Schnucki ji min xeyidîye ko ji min direve û bala xwe nadi min?” Pistî vê pirsîyara wê Peter dibişire û dibêje:” Keçê, ma Schnuckî bûye mîh û ev jî çêlîya wê ye. Te dît, ajal zû digihên û bizir didin.” Dû vê gotinê Heîdî dibîni ko karik xwe avêtîye gohanên Schnuckîya wê û şîrê wê dimije”



13.05.2021 23:34 ~2021.05.14 11:36 | pîroz

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» karika heidi
» heidi

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî