1. malperek ser nivîsandinê ye; piranî bo berhemên wêjeyî ye; bi tefrîqayê tên weşandin. berhemdarên wan jî piranî acemî, jin û nîvê wan jî ciwan in. di rojavayê û rojhilata dûr de çavkaniya derhêner û senarîstan e. gelek rêzefîlmên bl [boys love=~yaoi] ên tayland, tayvan û filipînê hema hema ser vê platformê hatine avakirin. her wiha li rojavayê û piçekî jî li tirkiyeyê romanên populer pir caran li vê derê tên weşandin û heke reytînga wan baş bin (ên populer piranî 10-20 mîlyon caran hatine xwendin), piştre di serî de dogankitap û epsilonê ji aliyê weşanxaneyan ve tên çapkirin. tê de sê çar mijar hene ku pir populer in: mafya, badboy stories, polîsiye û helbet romantîzm... lê xesaten di îngilîzî de honaka zanistî, dîrok û honakên heyranan jî tên hezkirin. kurd piranî di mijarên xwîndarîyê, berdêlê û niqirê de tên pêşiya xwîneran asdjefjdfg çi orîjînal in, hesab li cem we. lê dîsa jî cîhanekê mezin e û bi vekolînê mirov dikare pirtûkên xweş peyde bike. mîsal wêjeya bl pir mezin e, ya tirkî jî gelek pêşketî ye. |
|
08.05.2021 23:38 ~2021.05.09 00:08 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
![]() |
forqê [1] |
![]() |
sengeletî [1] |
![]() |
zerde [1] |
![]() |
forqê [2] |
![]() |
her kurd bûn û her kurd ebîn [2] |