42. kampanyaya ku bi min divê îsal jî bi pêşengtiya tirşikvanên têr şopîner ve were lidarxistin. mixabin ji bilî twiterê cihekî ku em xwe bigihînin kurdînivîsa tune ye. ji aliyê baş de em binehêrin cihekî ku kurd lê rêxistin bûye heye. par dema ev kampanya hat dest pê kirin, min tenê bo wê hesabek vekiribû û hêj jî wê hesabê bikar tînim. çend roj berê min şîroveyek ji tweeta yekî re nivîsî bû, 6500 kes şîroveya min xwendibû. heya îro çi gotin an nivîsek min negihaştibû ewqas kesan. heye ku ew qas kes tirşikê jî naxwînin. ji aliyek din ew roj min li google tirsik.net nivîsî, di rêza yekem de ev malper, di rêza duyem de ekşi sozluk û di rêza sêyem de twîta ibrahim halil baran ya ku di vê kampanyayê de gotibû 'tirsik.net çito xweş e.' derdiket. bi min ev mînak girîngiya tweeterê berbiçav dike. yanê me ewqas li vir nivîsiye jî dema li google yek vê malperê dide gerîn, tweeta kesên têrşopîner derdikeve. ji loma divê em îsal û hersal vê kampanyayê bikin wek edetek û bi piştgiriya hemû nivîskara bikin. |
|
24.04.2021 22:52 |
tîrêj zana 21
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |