Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 60 peyam
çîrok

çîrok

7. vê sibehê ji mal derketim ku herim kargoya xwe ya ku ji aliyê tirşikê wek xelatên tirşikê 2020 hatibû şandin bistînim. ji gund derketim, melayê gund jî wê çûba nexweşxanê, ez jî pê re sûwar bûm. di rê de em diaxivîn wir de wê de, mijar hat mulaqatan, mela jî behsa roja mulaqata xwe ya melatiyê kir.

melayê me ji malê derdikevê ku biçê cihê mulaqatê li otobûsê sûwar dibe, di otobûsê de jî çavên wî li yekî dikevê, ji rewşa wî xuya ye ku ew jî melayê.
+mela jî dipirsê: xuya ye te jî biçê mulaqata melatiyê?
-Erê.
+mela: navê te bi xêr?
-Îsrafîl.
+Mela: meyzê tu pifnekê sûrê, te hemû keda me li ber avê bibe *
-hhhhh
vir de wê de herdû diçin cihê mulaqatê, lê melayê me taştê nexwariye, xwe di berdê kantînê ku taştê bixwe lê ji bilî çayê tiştek tune. dibêjinê li hemberî vir bufeyek heye, tu bixwaze ji wir bipirse. mela jî diçê wir.
+mela: selamin eleykim xorto, li ba te tost most tine
-xorto: na wele seyda, lê tu li vir bisene, diya min ji me re li jor çê dikir, ez ê aniha ji te re jî bînim.
her çiqasî mela dibê ne hewceye jî, xorto tosta wî tîne.
+mela: navê te bi xêr?
-xorto: mîkaîl
mela di dilê xwe de dibêjê, sibhenele xêr e înşele *

Wir de wê de, mela taşteya xwe dixwe, divegerê cihê mulaqatê, di rêzê de disekine, çavên wî li lîsteya ku wê bikevine mulaqatê dikevê, dinêre ku bi navê cebraîl jî yek kes heye. mela dîsa di dilê xwe de dibêjê, xwedê xêr bike.
rêza mela hat û ket hindirû û got selemin eleykim, li cihê xwe rûnişt li hemberî 3 kesa. û heya vê derê rasthatinîyên ku li ser nava pêk hatiye qala wan ji wan re kir.

pîştî van gotine mela dibêjê: hêviya min ji xwedê ku kesekî bi navê azraîl di nav we de nebe *

jêrnivîs: wê rojê mela ji mulaqatê derbas dibe. ez zêde nizanim çîrokê bi gotina geş û xweş bikim lê hêvîdarim bi we xweş hatibe *



31.03.2021 00:38 ~09:02 | merwano

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» çîroka malbata evdo

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî