Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 73 peyam
keça kurd

keça kurd

3. Helbesta mamoste cigerxwîn e. Ji bo keçan hişmendiyek netewî dide. Gelek cara bûye motîvasyon ji bo min.
(bnr: motîvasyona kurdên xwandevan)

Ji aliye Şêrîn Perwer bûye sitranek gelek xweş.






Keça kurd


Keçê rabe serî hilde divê çaxê weha nabî
Binêr jin çûne ezmana, heta kengî di xewda bî?

Dixwazim zû bixwênî xweş, ji ser rû rakî çara reş
Tu gavan pêş de bavêjî, wekî: Andêra û benda bî

Çine ev çarik û pêçî, di rexta de xwe rapêçî
Bi destê te kelaşînkof, bera zana û xwenda bî

Ji dijmin re tu mêrku bî, di hindur de tu paqij bî
Ne xav û bê xuy û rij bî, meger çendan li gunda bî

Bere gundî û rencber bî, welatparêz û perwer bî
Sipî bî yan tu esmer bî, wekî fanos û finda bî

Wekî findê dikî ronî, li bajêr yan li gund rûnî
Diya şêr û pilinga bî, hevala ser bilinda bî

Erê şoxê, erê şengê, bi hevre em herin cen
Girêdayî hata kengî, bimênî, dil û winda bî?

Dixwazim ko wekî min bî, bi dijmin re tu dijmin bî
Di cengê de wekî cin bî, ne rengê bûm û kunda bî

Were xuşkê tu zû rabe, di şer de rengê şêra be
Bera Ala meya rengîn, li ser şaxan te hilda bî

Di rojên şahî û cejnê, binêrim ez li wê bejnê
Bi hevre em herin dansê, tu padîşahê rinda bî

Şirîn û nazik û rind bî, şeker lêv û sipî zend bî
Were em hev bikin hembêz, bere fetwa xwe min da bî

Keça zana û jêhatî, bibe partî-Dîmoqratî
Bere dîsa tu şêrîna dilê xorta û Seyda bî



16.03.2021 09:27 | navîgiranmezelîwêran

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
renas kaya [1]
Navê wî çibû lo. Ridwan bû? Rahîme bû? (lînk: https://www...
keloş [1]
Spas ji bo pêşwaziyê cinorek ^.^ Rast e çawa ku hatim keti...
keloş [2]
Nivîskareke nû ye lê bawer im di jiyana xwe ya pêşîn da jî tirşikvan b...
belki ev jî bala te bikişînin
» keça perî
» kurdkey

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî