Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 34 peyam
hêvotin

hêvotin

1. hêvotin (reha dema niha -hêvoj-) bi sê wateyan tê. 1) fêr kirin, hîn kirin, elimandin 2) teşwîq kirin 3) perwerde kirin. li xorasan û anatolyaya navîn bi kar tê. jan dostî di pirtûka xwe ya bi navê mîrnameyê de bi wateya teşwîq kirinê bi kar anîbû. ev lêker li kobanê jî heye yan wî piştre dîtiye nizanim.

bikaranîn:
•serşivanî dûajoyê xwe hêvot ku li pezî miqate be.

bêjenasî:
hevreha kurmancî hêvisîn, farisî آموختن‎ (amûxten: hîn bûn, fêr bûn - rehê dema niha آموز -amûz-), partî emmoxtan (emmoj-), pehlewî hemmmoxten (hemmoz-), avestayî fre-muxti-, ji îraniya kevn ham-mauč. "M"ya di farisî û zazakî de di kurmancî de dibe "v", wek "çeşm" ya farisî û "çim" ya zazakî ku di kurmancî de "çav" e. -x- ya farisî ya berî T di kurmancî de dikeve, wek "firoxten" ya farisî ku di kurmancî de "firotin" e. "A" ya farisî û zazakî di kurmancî de hin car wek "ê" ye, bo nimûne "hak" ya zazakî ku di kurmancî de "hêk" e.

herwiha:
hêvotin: fêr kirin
hêvosîn: fêr bûn



2021.03.07-14:18 ~14:19]| keyomerd

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
dengdanên dawîn (Yên Din..)
bila gewrê li lewendî vegere [2]
Min ticar vê êşê ji xwe re nekirîye bar û Xwedê jî neke. Bes, li ser y...
bila gewrê li lewendî vegere [2]
Bi min bira venegere . lewendî xûya ye kesek çav li der e, ç...
bila gewrê li lewendî vegere [3]
Daxwaz û qêrîneke min û bawerim tirşikvanên ji ber vê evînê muzdarîb i...
kesên ku dê û bavên xwe bi navê wan gazî dikin [1]
Gelemperî kesên yekane zarok in. Yanê li malê yek zarok û bi bavê xwe ...
teraryûm [1]
Ko meriv xwe bi avakirina wan mûjil bike û sebra xwe pê bîne ji bo der...
belki ev jî bala te bikişînin
» hevotin

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî