Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 39 peyam
rojavaya kurdistanê

rojavaya kurdistanê

14. nivîskar konê reş li ser dîroka binxet/herêma cezîrê/rojavayê kurdistanê nivîsek xweş lê kiriye:



''Herêma Cizîrê Ango Binxetê, Eva ku bajarê Qamişlo têde ye, dikeve herî bakur û bareşî suriyê de. Ji bareş ve sîmorê Îraqê ye, ji bakur ve sînorê tirkiyê ye (Serxete). Û zincîra çiyayê Torose wek çiyayê Mazîdaxê, Xursê, Mêrdînê, Bagokê ta ku digihêje qontara çiyayê Cûdî.

Di salên cenga cîhanî a yekemîn de 1914-1918, dema ku elmanan xeta hesinî (Berlîn-Bexdad), gîhandin Nisêbînê, ji wê hingê ve navê Serxetê û Binxetê hatiye gotin, kurdên li jêr xetê man Binxetî û kurdên li jor xetê bûn Serxetî.

Parêzgeha Cizîrê ango Hesekê - senter bajarê Hesekê ye - ji mazintirîn parêzgehên suriyê ye. Pîvana wê 23,333 k.m2. Hejmara xelkên wê ta sala 2002an dor 1,313,099 neferîye, ji bilî kesên kurd ku bê nasname mane û hin din ku navê wan qet nehatiye tomarkirin. Cizîrê navdare bi dûzbûn û firehbûna xaka xwe, nexasim bi Deşta Mêrdînê (Beriya Mêrdînê), deşta Xelef Axa (Sinceqê: Aşîta) û deşta Hesinan, hem jî bi çiyayê Abdulezîzê û beşekî ji çiyayê Şingalê û Kewkebê Milan û çiyayê Qereçoxê Mosîsana.. û her wiha bi çemê Xabûr û Ceqceq û Dicle.

Cizîr di cîhanê de navdare bi gir, şûnwar û şaristaniyên herî kevin û dêrîn ku têde hatin avakirin wek: Orkêş li girê Mozan û bi çandiniya zeviyên havînî û zivistanî, wek genim, ceh, nok, nîsk, pembo û bi Petrola û Gaza ku li Rimêlan û Qereçox û Cibise hatiye dîtin..

Ji kevin de Cizîr cih û warê gelek eşîr û hozên kurda ye wek: Kîkan, Milan, Koçerên mîran, Aliyan, Hesinan, Abasan, Mîrsînan, Hevêrkan, Koçekan, Deqoryan, Gabaran, Temikan, Bûbilanan, Kasikan, Hacisilemana, Kureseyan, Dorikan.. hwd. Û hin eşîrên ereban, di gel hin gundên Siryaniyan..



Di navbera salên 637-639 zayînê de, piştî ku Helwan û Tekrît ji rex misilmanan ve hatin vegirtin, misilmantî ketiye Cizîrê û Nisêbîne de û gelek dîroknivîsên ereban behsa kurdan di Cizîr û Nisêbînê de kirine wek: Ibin Xerdazbe, Qudame Bin Cafer, Mesûdî û Ibin Cibêr.. Vê paşiyê Cenkîzxan, Holako û di pey wan re Tîmor Ling di sala 1394 an de Cizîr wêran kirine û xelkên wê xwe di quntara çiyê de veşartine..

Di sala 1514an de, Cizîr ketiye bin destê Osmaniyan de û di sala 1922 an de destê Fransîzan de, û weha ta sala 1946 an û damezirandina dewleta erebî di suriyê de.

Piraniya xelkên Cizîrê kurd in, nexasim di ber sînorê tirkiyê re û sê ol bi hev re têde dijîn: Misilman, xirîstiyan û êzîdî..

Di sala 1973 an de hikûmetê dest bi erebkirina Cizîrê kir û dor 33 gundên ereban ji dervî parêzgeh Hesekê di nav kurdan de bi rûniştin dan. Hem jî, navê gundên kurdan bi navên erebî guhertin..

Ji navçeyên Cizîrê ji bilî bajarê Hesekê ku parêzgeha Cizîrê ye: Serê Kaniyê (Raseleyn), Dêrika Hemko (Malikiyê) û Qamişlo. Ji bajarokên wê: Amûdê, Tirbespiyê (Qehtaniyê), Derbasiyê, Til Koçer (Yehrebiyê), Şedadî, Til Berek, Rimêlan..

Qamişlo: Ev bajarê ku hin jêre dibêjin Kalîforiniya rojhilatê, hin dibêjin Parîsa biçûk û hin dibêjin Bûka Cizîrê, di sala 1926 an de ji rex Fransîzan ve hatiye avakirin - Bi avakirina qijla leşkerî û seraya fransî re - li ser girekî kevnar di binya Nisêbînê de, bi dor 2 k.m an, di nav xaka ku weqfa ziyareta Zeynelabidîn e. Eva ku dikeve nîvê Nisêbînê de - Piştî ku sînor di navbera tirkan û deshilatdarên Fransiyan di suriyê de hat danîn, Ji bo restî bê gotin, di destpêkê de cihûyên Nisêbînê, siryaniyên Bagokê û ermenên ku ji ber tirkan revyayî bûn û kurdên derdorê bi avakirina Qamişlo re westiyane û xwe li dor xanîkê Qidûr beg, sera û qijleya fransî û çemê Ceqceq girtin, kombûn û xwe danehev û weha Qamişlo ji çend taxan, di binya Nisêbînê de hat avakirin wek: taxa, Siryan, Ermen, Aşûriyê, Cihûyan, Tey û Elî Fero (Xerbî) di gel gundê Hilêliyê ji baxerb ve û Enteriyê ji bareş ve.. Roja îro ji sedî 70ê ji tevgera wê di destê kurdan deye wek: Bazirganî, çandinî, perwerdekirina di dibistanan de, Bijîjkî, Avokatî, Endezyarî, avakirina avaniyan..

Ji cihên navdar di Qamişlo de: Gora seydayê Cegerxwîn, Mihemed Şêxo û goristana welatparêzên kurdan li gundê Dugirê ku ev qehreman têde hatine veşartin: Hemze begê Miksî yê ku kovara Jîn di sala 1918 an de li Stenbolê di weşand, Hacî Mûsa begê, Dr. Nafiz beg Zaza, Dr. Qasim Cemîl paşa, Arif beg Abbas, Silêmanê Ebês, Haco û kurên xwe, Ebdulrehmanê Eliyê Ûnis..hwd

Hem jî gora Osman Sebrî li gundê Berkevirê ye û gora Îbrahîm paşayê Milî li Sifeya ye.

Dor 12/13 partiyên kurdan yên siyasî li Cizîrê hene, nîv veşartîne, her yek ji wan rojnameyeke wê ya demdemî bi zimanê erebî heye, hin ji wan kovarên wan bi zimanê kurdî jî hene, wek kovara Gelawêj, Pirs, Jîn, Gulîstan, Stêr, Xunav.. hwd, lê mixabin tu navendên kurdan yên çandî nînin.

Navê Qamişlo, ji Qamîşê hatiye girtin, ew qamîşa ku li ser peravê Ceqceq bi pirbûn şîn dihat. Roja îro çemê Ceqceq Qamişlo dike du par: Rexê Xerbiyan û rexê Aşîtan. Hejmara daniştiyên wê 168,369 hezar kesin ji bilî kurdên bê nasname ku hejmara wan di ser 300,000 kesî re ye, û kurdên ku navê wan nehatiye tomarkirin.

Û wek ku diyare Qamişlo bi rûdana 12 azara 2004 an navdar bûye..

Di baweriya min de, Qamişlo ji bajarên kurdan yên ku hejmara bijîşk, avokat û endezyarên kurdan bi pir bûn lê dijîn û kar dikin..''



17.10.2013 22:57 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
belki ev jî bala te bikişînin
» rojavaya kurdistanê

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî