16. Bûka Baranê çi ye ?
Navên din ( Keskesor, kevana Dawid, qozeqer, heftreng )
Bûka baranê Wextê baran tê û tav derdikeve Kevaneka rengîn li asîman xuya dibe û dibêjin vê re jî bûka baranê. Li gundan zarok ji bo ku şekir, û tiştên şêrîn ji malan bistînin diçin malan û pendan dibêjin .
Zarok bi serê darikan ve laylonan (poşet) pêve dikin, pêşî baz didin diçin xwe digihînin keskesorê.
Li gor bawerîyê kesê xwe bigihînê çi bixwazê dê qebul bibe. Û vê qebûl kirinê jî mal bi mal digerînin û pêndên xwe ji wan maliyan re dibêjin. Ew malên li gundan jî pencek şekir didin zarokan û dişînin, zarok wisa mal bi mal , sûk bi sûk digerin. Bi gelemperî zarok diçin mala kesên ku nû zewicîn an jî kesên ku zarokên wan çênebûyîn. Li devê malê Dibêjin ;
Çûm cem keskesorê
Daye me gelek rehmê
Va me tûrikê xwe tijî kir
Malê dêrî veke
(Piştî vê xeberê derî vedibe)
Û dibêjin;
Min silavên keskesor anîn
Li min derket xwedî
Tûrê min tijî gûz û benî
Ev mal bibe xwedî zarok
Dede bibî ciyê şahî...
Ser vê xeberdanê mal tûrikê wan tijî şêrînayî dikin wan dişînin.
Li gor bawerike dî jî kesê/a di bin bûka baranê de biçî wê zayenda wî/ê biguhêre yanê ku keç be dibe kur.
Ez dizanim sedan kes ji me ev tişt bihîstiye û gelek kesan jî xwe dibin keskesorê de kirine. Lê ma çi zayend eynî maye.
Here lînkê
|