Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    4 mijar û 5 peyam
    harûn elkî

    harûn elkî

    17. albûma wî ya dawîn rev wekê stêrkekî diçûrise di nav albûmên kurdî yên vê taliyê de. belkî ji ber heta niha rûneniştime û bi dorfirehî min sertanpê hemû albûmên wî guhdar nekirine cara ewil dema min albûm guhdar kir şok û şaşmayî bûm, devê jev ma! bi heyranî û hijmekarî min guhê xwe da her stranekî. simurg56 gotiye beriya niha 13 salan gotibû ez ê albûmekî derxînim xuyaye salên dirêj li ser albûmê xebitiye di albûmê de stranek nexweş nîne tu kîjanê derxînî cihê wê kifş dimîne. bêtir jî stranên bernadim û xengilokê min ku ji bo alan kurdî hatiye çêkirin kêfa min jê re hat.
    xuya ye serwextê kurmancî ye û di warê nivîsandina gotinên stranan de pir serkeftiye. gotinên stranên wî ji gotinên klîşe yên stranên kurdî dûr in, biçekî bêhna wergera tirkî jê tê lê cehnimê, di vê xela û hişkezimaniyê de divê mirov biçeke din xweragir be û li pey bêqisûriyê nekeve.
    telafûza wî ya kurmancî pir xweş e. cara ewil e dengeke ev qas nerm û nişmî bi kurmancî dibihîsim. wekê hinekan bêyî ku hewl bide bi aksana tirkî bi kurmancî biaxive, hemû ew reqî û hişkatiya kurmanciya gewr û gundewar di devê xwe de nermijandiye û kirasekê bajarî jê re lêkiriye.



    2021.01.22-23:19 | endazer

    Hemûyan Bixwîne

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (yên din..)
    clash royale [1]
    lîstikekî mobil e. çend roj berê ji ber hevalek hîn bûm, êdî 1000 qûpa...
    dijwariya kurdbûnê [2]
    li xelkê biyanî dinêrim; li kêfa xwe dinêrin, tehma jiyana wan heye. d...
    fairytale [1]
    ew strana ko hê nû derketî bû min wêrgera vî ya kurdî kirî bûm....
    15ê gulanê cejna zimanê kurdî [1]
    diyariyek herî xweşik google da me. Soranî jî li ser google translatê ...
    delîl dîlanar [1]
    konsêra wî ya li diyarbekirê her çi qas jêr bendewariyên min jî be xwe...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » harun ataman

    Kategoriyên mijarê::
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî