Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


4 mijar û 4 peyam
lawij

lawij

2. Lawij, bi Kurtasî nivîsarên eşqa Xwedanî ye. Jin û evîniya cîhanî têde nîne.
Li gor herêman wateya wê tê guhartin Kudên Badînan (Colemerg, Akre, Duhok, Amediye, Laleşh) dibêjin Lawje û Laje tê wateya Stranan (Klam).
Li gor çend ferhengên tirkî Lawij bi Kurdî ye. Çend wateyên lawijê jî didin nîşan. Dia, Lorîn, şîret û stran hwd. Li gor wîkîferhengê ava, dia, daxwazên ku mirov ji Xwedê dike ye. (bi taybetî stranên olî, neşide, îlahî)
Ez dikarim bibêjim peyva "Lawij" ji lawik'an tê. Lawik jî tên wateya stranan, lawik ji aliyê dengbêjan ve tên gotin. Yan jî dibe ku lawik ji peyva lawijê were.

Çend riwayêtên vê Çîroka vê lawijê cûr bi cûr hene.. sal 1939 an de di kovara " El Mecele-î El Betrîrqiye El Suryaniyye" hêjmara rêbandan û rêşemî yanê ya şeşan de behsa Lawij, Dîroka Lawijê dike. Celadet Elî Bedirxan wergera Lawij'ê ji zimanê Fransî dike û di Kovara Hewarê de hêjmara 25 an de diweşîne. Û dibêje behsa vê mijarê di hêjmara werê de jî dê bêkirin Lê mixabin di hêjmara 26 an de behsê nake. Di hêjmara 29 an de Celadet di Kovara Hawarê de wisa parve dike;

Basîliyos Şemunê duyem, Wekîlê Turabîdin( Torê) bû. Mirovekî zehf bi ol û xwedî teqwa bû. Li Midyadê li gundê Bamînmînê li cem Evdal Axa xizmetkarekî Suryanî hebû. Wî xizmetkarî dixwest bi dotmama xwe re ( li gor hin riwayêtan bi bavê xwe yî vaftîz re ) bizewice. Lê li gor şertê Mesîhî ev ne caîz bû ji ber vê Mafiryan ( wekîlê Patrîk ) nikarîbû mehrê bibire. Xizmetkar xwe sparta Xanima Axê , Xanimê jî ev mijar ji Axê re vekir. Axa çi qas hewar û gazind kir jî, Mafiryan mehr nebirî. Li ser vê meseletê axa li Mafiryan hat xezebê û ji bo werê kuştin xeber şiyand cem Mîrê Cizîrê Mihemed Beg re. Mafiryan çû cizîrê ber hizûra Mîr. Bi emrê Mîr tasikek jehr danê, Mafiryan jî bi destê xwe li dora tasikê xaçek xêz kir û jehr vexwar; Lê tu tişt ji Mafiryan nehat. Mîr bi vê rewşê şaş û mat ma, gazî xizmetkarê xwe kir û got ma di tasikê de jehr nebû. Xizmetkar jî got heye, li ser vê xeberê avek li tasikê werdan û dane Xizmetkar û got de vexwe. Xizmetkar vexwar hema ceh de mir.
Mîr careke din bangî Mafiryan kir, ji bo ceribandinê, got stranan bibêje û pê re bireqise. Mafiryan nereqisî, û ev Lawija navdar bi zimanê Kurmancî got de Mîr lê bihesîne. Mîr û kesên li dora wî zehf ji Lawijê hez kirin.
(Di Lawijê de behsa roja mehşerê, ezab û cezayê kişandina minafiqan dike. )
Li gor riwayêteka din jî, Mîrê Botanê zanîbû ku rojiya perhîzê ye, xwarina bi tewaş danîye ber Mafiryan, Mafiryan jî li ser xwarinê xaçekî çêdike û ew xwarin vediguhêre xwarinên bêtewaş û bi zebze.
Mafiryan di Lawijê de bi irtîcalî(jixweberî) dibêje. " Xwedêyo li cem te Mîr, feqîr û bêkes hemû yek in" Mîrê Botan hestyar dibe digirî û hurmetê ji Mafiryan re dike.
Li ser vê Lawijê Mîr, bi xelatî, ( diyarî pere hwd.) Xweşik û xweşî wî dişîne gundê wî. Lê dîsa Evdal Axa lê nayê rehmê Mafiryan di sala 1740 î de dikûje. Timamî li vir e
Here lînkê



2021.01.16-18:22 | azad517

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
dengdanên dawîn (Yên Din..)
suffragette [1]
Fîlma ku hûn dikarin li ser kanala fîlmên kurdî ya Telegramê bi binniv...
suffragette [3]
fîlma ku êdî bi kurdî dikare were temaşekirin. fîlm wek xebatek ya (v...
karîn vs şiyan [2]
karîn ermenkî ye, şiyan kurdî ye. gelek kes karînê çewt ditewînin, tew...
bêjeyên kevn ên kurmancî [2]
bêjeyên ku êdî tên jibîrkirin. nemaze li anatolyaya navîn, dihok, urmi...
hêvotin [2]
hêvotin (reha dema niha -hêvoj-) bi sê wateyan tê. 1) fêr kirin, hîn k...
belki ev jî bala te bikişînin
» lawij

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî