Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    11 mijar û 12 peyam
    harûn elkî

    harûn elkî

    16. lehengê rocka kurdî ye. min ê bigota bavê rocka kurdî lê ew bûye nesîbê gerdenzerî. ji bo min nîvê rock mûzîka kurdî, harûn û koma wî ya berê rewşen e.
    berî du mehan albûma xwe ya rev derxist. albûma ku ez bi qasê 13 salan li bendê mame. di serî de vê dibêjim da ku rexneyên min li gorî vê pîvanê werin xwendin. belê ez ê him pesna wî bidim him jî ji aliyekê din ve şîrove bikim. eger nivîsa min bixwîne, belkî ji kena zikopişto bibe lê nêrîna min ev e. nexwe em xwe bispêrin gotina "piştî ku hunermend berhema xwe weşand, êdî ew malê guhdaran/xwendevanan e" û em destpê bikin.

    albûm ji aliyê red music digital ve li ser înternetê hat weşandin. tê de 10 stran hene: tirs, rev, bayê payîzê, here, reş weba, mafdar, miskin, bendik, bernadim û xengilok. ji van tenê miskin bi tirkî ye.

    gotinên 8 stranan aîdê wî bixwe ne. strana xengilok ji aliyê rojhilat azad ve, bayê ayîzê ji aliyê kerem gerdenzerî ve hatiye nivîsandin. wer bawer dikim ku harun gelek rêzê digire bo gerdenzerî. çimkî di albûmên xwe yên berê de jî cî dabû stranên gerdenzerî.

    ev çend heftî ne, albûmê guhdar dikim. rojên ewil hema yekcar 2 stranan bala min kişandin: rev û bernadim. ev her du stran hinek din nêzikî şêweya berê ya hunermend e. her wiha şêweya min. loma min jixwe ji roja roj de, ji van stranan hez kirin. ji bo stranên din jî min xwest hinek din guhdar bikim da ku hest û ramanên min hebkî zelal bibin. niha bi zelalî dikarim bêjim ku hemû jî xweş in.

    li ser naveroka gotinan;
    dikarim bibêjim ku heçko albûm tev de ji stranên ku hesta em têk çûn lê em mafdar bûn dide mirov pêk hatine. tê fêhm kirin ku di gîyana harun de gelek tişt guherîne. ew agirê geş yê berê, di dil de hê germ e lê pêta xwe wenda kiriye. serhildêrîyê cihê xwe hiştiye pozîsyonek muxalîf, bi rik û bi kîn; lê westîyayî. di gelek gotinên stranan de, ji bo van teşhîsan îşaret hene. şîroveyên min yên li jêr, ne rexneyên neyînî ne. tenê teşhîs in. gotin tev jî xweş in nexwe.

    ji strana mafdar:
    "Ji emrekî û wê de
    Êdî pir zirav e pir tenik e
    Rîya meşa mirovê jîyayî
    Her levzek sivik nayê gotin
    Giran giran hêdî hêdî
    Heya gotin di dil de mehîyayî
    Her kiryar bi sed pîvan bi tirsa heşr û mîzan
    ....
    Ji emrekî û wê de
    Êdî barê mirov giran dibe
    Nirxên mirov çi qas zêdetir dibe"

    ev gotin li devê harunê ciwan yê di albûmên pola nû û asê de, nayê. jixwe bi devê xwe behsa derbasbûna emrê xwe dike û dibêje êdî her gotina xwe hezar carî difikire û behsa tirsa roja qîyametê dike (tirsa heşrê) di mijara kiryarên xwe de.

    ji strana here;
    "Here here hindî tu çûyî
    Çi hebe li ser rîya ye
    Ji dûr ve çu ne xuya ye
    Here çi siwar û peya yî
    Nesîb her li ser pîya ye
    Xêr û bêr ya rêwîya ye
    "

    peyva nesîb, têgehek girêdayî qederê ye. nesîp ji wan nîmetan re tê gotin ku ji nişka ve qedera me, wan derdixe pêşberî me. qey hewce ye ku bêjim rockvan bi giştî li dijî qederê ne. serhildana herî mezin, ya li dijî qederê ye. qebûla qedera xwe, qebûla têkçûnê ye fîlan. di vir de helbet ne bi van mebestan hatiye karanîn, lê ev peyv van têgehan tîne bîra mirov. tê ji yekî re bêjî "ka tu bi rê bikeve, wê nesîbê te te bibîne" tiştek din e, tu bêjî "netirse, derkeve ser rê, çi astengî derkeve pêşberî te, tê bi ser kevî" tiştekî din e.

    ji strana reş weba;
    "Pert û bela
    Me fer mewla me fer cardin çîya
    Ji sehma
    Hinda keç jin hinda kal zar hêlan mirinê
    Firotinê li bazarên kola
    Ey hewar
    Çi ferman e ji fermana giran"

    stran li ser êrîşên hovane yên daîşê hatiye çêkirin. dilê mirov diperitîne bi rastî. li vir jî dîsa harun bi devê mexdûran be jî, behsa xwe avêtina bextê xwedê dike û hewaran dike. helbet normal e ku mirov ji xwedayê xwe alîkarî bixwaze. lê belê berî albûmê min bizanîya ku wê harun li ser vê meselê stranek çêbike, min ê wer texmîn kiriba ku wê behsa serhildana mezin ya gelê kurd bike. çi serkeftî be çi ne serkeftî be. lê wî tewrcîha xwe li ser wê atmosfera bêçare û şokbûyî ya gelê reben kiriye.

    ji strana miskin;
    "Sende zaman akıyor mu (cem te wext diherike?)
    Yaraları sarıyor mu (birînên te dicebirîne?)
    İçindeki derin çukur (çala kûr ya di nava te de)
    Dolmuyor mu bu yormuyor mu (tije nabe, ma ev nawestîne?)
    Acıların diniyor mu (êşên te dênanin?)
    Bağrındaki miskin yürek (dilê miskîn yê di singa te de)
    Köpek gibi korkuyor mu (weke kuçikan natirse?)
    Yetmiyor mu tak etmiyor mu" (ma ne bes e, kêr negiha hestî?)

    dil di sing de miskîn e, wext nabihure, birîn nacebirin, kortek din nav mirov de hîç tije nabe. tenê di hevoka dawîn de hinekî serhildêrî heye. lê dema em li çarîna dawîn dinêrin;

    "Öğret nasıl yapıyorsun (hînî min bike, çawa dikî)
    Bu cehennem çukurunda (li vê çala dojehê)
    Can tutuşmuş yanıyorsun (agir bi te ketîye, dişewitî)
    Avaz avaz susuyorsun (bi qireqîr bêdeng î)
    Yetmiyor mu tak etmiyor mu (ma ne bes e, kêr negiha hestî?"

    em dibînin ku tişta li pey e, ew derûnî û qabîlîyeta karîna bêdengmayînê ye li dijî têkçûn û şewata bêdawîn.

    ji strana bendik;
    "Her heyîn biwate ye
    Û sedema encamê ye
    Ev xwerist bêderge ye
    Her lebatê dawîyek heye

    Tu tişt ne serbixwe ye
    Navberande bendik hene
    Heger tu kûr hîs bikî
    Bi bendan her tişt yê te ye

    Guh nede nefsa gemarî
    Mezêxerê sermîyanê me ye
    Yek sûd maye hevparî
    Hezkirin û watebarî
    Ev xwerikî dawîya me ye"

    tê bêjî qey harun elkî dest bi tasavvufê kiriye.
    1- her tişt girêdayî hev in
    2- her tişt dawîyek lê heye
    3- nefsa me gemarî ye
    4- divê em li pey wateyê bin û ji hev hez bikin
    5- xwerikî, sadebûn asta me ya herî bilind e.
    yanî li gorî vê fikra mîna vahdetî vûcudê, divê em her tiştî girêdayî hev bibînin, nefsa xwe kor bikin, ji her tiştî hez bikin, li pey sadebûnê bin û bizanin ku dawîya her tiştî mirin e. loma divê em li pey hezkirin û wateyê bin.

    ji strana;
    "Min evînek ji ar hilberîye
    Bernadim bernadim
    Bi hêrsa demê xemilandîye
    Bernadim ez bernadim

    Bila nemerdî para te be
    Ez evîna xwe bernadim
    Tu ji evînê çi fam dikî
    Can dikele û tê sefandin"

    yek ji stranên herî xweş yê albûmê ye. li vir belê behsa berxwedanek tê kirin. lê berxwedanek bo parastina pozîsyona xwe. heçko herkesê li derdora wî, dev ji doza berdabin û ew di enîya şer de bi tena serê xwe mabe û dîsa jî teslîm nebe.

    ji strana xengilok;
    "Çivîkên hêvîyan
    Di gustîlê porên te da
    Hêlînên bextewarîyê çêdikirin
    Çavşînko çi hişk e mirin

    Ka birakê te stranekê bistirê
    Bila tu behsa mirinê nebe
    Rabe em vegerin zaroktîya xwe
    Desmalkaxezan bifiroşin "

    dîsa mirin, kerixîna ji mirinan û daxwaza vegera li rojên zaroktîyê.

    ji strana tirs:
    "Tu di labîrenta mêr de
    Li nav dîwarên bilind stûr
    Çend serdem e ker î û kor
    Te ne hêz e û jixwe ne rê ye

    Nekeve rîya çareserîyan
    Xaçepirs bi lêhb e qet rê nebû
    Ev çerxa mêr e çi digire dihêre
    Jîyanê jî pê re qet rê nebû"

    stran li ser jinan e. lê ji ber bi hîle bûna xaçepirsê, ji jinan re gotiye, tu bêhêz î, kor î, "nekeve rîya çareserîyan" û jixwe rê jî tune ne. şûna motîvasyona hilweşîna dîwaran, bêhêvîtîyê berdide nav xwîna me.


    eger stranbêjek din van stranan çêkiriba, min ê bêşîrove gelek bieciband. lê belê dema xwedîyê stranan herûn elkî be, bêguman bi stranên wî yên berê didim berhev û guherînek mezin tê de dibînim. dema ewil min li stranan guhdar dikirin, peyv, hevok û wateya bala min kişandin. lê belê min got belkî ez şaş im. lê dema li dû ketim, min dît ku di hemû stranan de şopa heman hestan heye. ji ber îhtîmala rastbûna tespîtên min, ji bo harûn xemgîn im. min dixwest tim û tim hêvîdar, serhildêr be û enerjîyek erênî belavî guhdaran bike. lê tabî ya min jî xeyal e, herkes bi demê re diguhere. hinek poşman dibin, hinek xwe difroşin, hinek ditirsin, hinek teslîm dibin û hinek jî wek harûn, bi enerjîya xwe ya mayî, li ber xwe didin.


    ji aliyê mûzîkê ve;

    çend stran hema bêje tenê bi gîtarê hatine gotin. di albûmê de min kêmasîya enstrûman hîs kir. ji min re sound a stranan hinekî lawaz hat. albûmên berê yên harûn, bi koma wî koma rewşen re bûn. dibêm qey sedem ev e. mûzîka koman, gelek caran ji stranbêjên tenê çêtir in. bi taybetî, li ber albûmên kevin, karanîna elektrogîtarê gelek kêm maye. di stranên kevin de, ez bawer im ji xeynî stranên were lê û demek kevnare, di hemû stranan de elektrogîtar hebû.
    di albûmên kevin de pîyano hebû, bilûr hebû, saz hebû. her stranek xwedî soundek taybet bû.

    wek min li jor jî gotibû, strana reş weba dilê mirov diperitîne. stran jixwe têra xwe heye, ew sekansa lavayên jin, zarok û zilaman, nahêle ku mirov stranê guhdar bike. bi rastî, dema ev beş tê, ez stranê diguherim. dilê mirov hilnagire. heta heye ku ji xwe re vê beşê jê bikim û wisa guhdar bikim êdî.

    divê li vir jî dîsa bînim ziman ku ji stranên tirkî yên di albûmên kurdî de, hez nakim. çiqas xweş bin jî hez nakim û li lîsteya xwe zêde nakim. boykota wan dikim.


    wek encam: albûmek xweş û serkeftî ye. hêvî dikim harun elkî hê gelek stran û albûman derxe. bê harûn rocka kurdî nabe!



    2021.01.15-23:40 ~23:40]| simurg56

    Hemûyan Bixwîne

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    raelîn [1]
    lerizîn. lêkerekî ku ez dibêm qey ji erebî ketiye kurmancî....
    etîmolog alî kardoxus [1]
    Zimannasek Kurd e lê nizanim çima naverokê xwe bi zimanê Kurdî çênake....
    doxînsistîzm [1]
    di vê ol û bawerîyê de şer tune, pevçûn tune, gelacî û fesadî tune, xw...
    doxînsistîzm [4]
    ol û bawerîyeke nuh e ku bêyî hatina wehîy min xwe kirîye pêxemberê wê...
    tirsik.net [1]
    Dive Ji her navçeyekê kurdistanê herî kêm tirşikvanek hebe....
    belki ev jî bala te bikişînin
    » harûna

    Kategoriyên mijarê::
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî