Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
elohî elohî lema şevaktanî

elohî elohî lema şevaktanî

1. îsa mesîh li çarmixê dike qêrîn û dibêje "elohî, elohî, lema şevaktanî?"

"bavo, bavo, te çima ez terikandim"

xwedê, xwedê, te çima ez berdam

versiyonên wê yên dî "eloi, eloi lema, sabacthani" "eli eli lema şevaktanî". bi zimanê aramî ye.

pirsekî herî mezin ya vê dinyayê ye. bav, çima dev ji kurê xwe berdide û diçe. di încîlê de di matta 27:46 de derbas dibe. Here lînkê









Mirina Îsa

45
Piştî nîvro saet ji diwanzdehan heta saet sisiyan tarî ket ser seranserê welêt.

46
Saet li dora sisiyan Îsa bi dengekî bilind qîriya: «Elî, Elî, lama sabaxtanî?» ku tê maneya: «Xwedayê min, Xwedayê min, te çima ez berdam?»[b]

47
Gava hin ji yên ku li wir rawesta bûn ev bihîstin, gotin: «Ew gazî Êlyas* dike.»

48
Di cih de yek ji wan bezî û avgirek* hilda. Wî ew bi sihikê tije kir, bi serê çîtikekê ve danî û dirêjî Îsa kir ku vexwe.

49
Yên din jî gotin: «Ka bihêle, em bibînin ma Êlyas wê bê ku wî xilas bike.»

50
Îsa careke din bi dengekî bilind qîriya û ruhê xwe da.

51
Di wê gavê de perda Perestgehê ji serî heta binî çiriya û bû du perçe. Erd hejiya û lat qelişîn.

52
Gor vebûn û gelek kesên pîroz ên ku miribûn, rabûn.

53
Ew ji goran derketin û piştî rabûna Îsa çûn Bajarê* Pîroz û ji aliyê gelekan ve hatin dîtin.

54
Gava sersed* û yên ku bi wî re çavdêriya Îsa dikirin erdhejîn û tiştên bûyî dîtin, ji tirsa bizdiyan û gotin: «Bi rastî jî, ev Kurê Xwedê bû!»

55
Gelek jin li wir bûn û ji dûr ve temaşe dikirin. Ew ji Celîlê li pey Îsa hatibûn û ji wî re xizmet kiribûn.

56
Meryema* Mejdelanî, Meryema* diya Aqûb û Ûsiv û diya kurên Zebedî di nav wan de bûn.



11.01.2021 12:59 ~13:14 | wiha wilo wisa

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» elohî elohî lema şevaktanî
» elohî elohî lema şevaktanî
» leman sam

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî