942. Silav,
@shwinsherm destpêka nivîsandina bi kurdî/128889 di vê peyama xwe de gotiye, " ez ji tirşikê sar bûme, ma simurg nayê nanivîse çima ezê binivîsim?"
Min ji vê gotina wî tiştek fêm nekir. Ma qey em bo simurg tên li vir dinivîsin? Belê ger simurg jî were li vir binivîse, emê gelek kêfxweş bibin. Kêfa me teva jê re tê. Niha dibe ku wext nabîne an kar û barên wî hebin, an dibe karûbarên me teva hebin, derfeta nivîsandinê nebînin. Lê belê gotina ku çima ew nakevê ez jî nakevimê pir çewt e. Simurg nêzî 11 hezar peyam nivisiye, vê malperê ava kiriye, dê hêj çi bike? Hûn jî 11 hezar peyamên weke wî binivîsin û êdî têketinê jî nekin. Hinek ji bo hineka tên û dinivîsin. Nenivîsandina simurg nayê wê wateyê ku ev ferheng têk çûye û dê wenda bibe. Ji xwe camêr soza zindîhiştina vê malperê daye. Gotiye" heya ez sax bim û dest û lingê min bigrin, ger kesek nenivîse jî ezê vê malperê weke arşîvekî vekirî bihêlim. Lewra her kesê ku hatiye li vê derê ked daye û nivîsan li tirşikê bar kiriye, peyamên xwe emanetî min kiriye"
Nîşe: ji kerema xwe heçî kesê bêhna wî teng bû an dilê wî ji tirşikê, doza kurdî ma an jê sar bû bila li van dera bi eşkere nenivîse û nebe sedema hin kesên din jî jê sar bibin. Ev tekoşîn dijwar e. Bi qasî dijwarbûna xwe heye ku dûvdirêj be jî. Herçî kesê vî barî hilda divê bêhna wî fireh be û di doza xwe de xwudî- israr be. Silavên xwe li hemû hevalan dikim!
|