Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 43 peyam
ponyo

ponyo

2. fîlm wekî derziya bextewariyê ye. dixwazî di rewşekê depresîf de bî, dixwazî reşbînî taybetiyekê herî mezin a xisleta te be, tu vê fîlmê li xwe xe mîna derziyê, di dawiya fîlmê tu dibî dilşa. fîlm dibe derman û kenek bêguneh û tije xweşî ruyê te dixemilînin.

di esasê de çîroka fîlmê pir sade ye. piştî serpêhatiyekê bêbext masiyek bêyî plankirî sotsukeyê delal nas dike û îja ev masî ku sotsuke navê ponyo li masiyê dike, bi bavê xwe re dikeve nav têkoşînê bo bibe mirov.

fîlm ji aliyê dîmenê ve cîhanekê sêhrî û rengorengo dixêzîne. bi herikîna çîrokê ve ev cîhan her diçe mezintir dibe. li nav deryayê, li ser erdê û li esmanê her yekî ji yên din xebroşkî, cih û kesên xeyalî derdikevin pêşiyê. îja mûzîk jî vê bêkêmasiya dîmenê temam dike: sotsuke û ponyo bi halên xwe yên 5 salî bi hezkirinê têkoşîna xwe mezin dikin. [miyazaki bi xwe peyva ponyo çêkiriye û tê maneya dengê tiştên nermik ku di fîlmê de ne tenê ponyo, hema her tişt wekî nerm xuya dikin*]

hayao miyazaki, tabî, ne tenê xebroşkbêjekî nûjen e, ew di heman demê de rexnegirekî veşartî ye. di nav dîmenên xwe de cih dide pergala mirovan a ku heqê jiyînê yê jîndarên der-mirov teng dike yan jî ji meydanê radike. fîlm bi sehneya paqijkirina bin deryayê dest pê dike, çi çopên mirovan hebin -wekî ku erd besî wan nake- li bin avê ne û hemû jîndarên deryayî bi wan çopan re dijîn. li vir divê em bavê ponyoya delal jî bînin bîr, ê ku wekî antagonist tê rêdayîn û ew bi xwe mirov be jî îmana wî ji mirovan dihere heta em dikarin bibêjin ji wan nefret jî dike. îja di serî de ji ber dijberiya wî bo mirovbûna masiya* xwe, em dibêjin çi mirovekî pîs e lê dema em wezîfeya wî bînin ber çavan, dijberiya wî rindtir xuya dike. yanî bi kurtasî di vê xebroşkê de lehengekî xerab jî tune ye.

do bi saya tirşikvanê ezîz, xwelî li ser min ev fîlm carekî din temaşe kir, lê îcar bi kurdî. him jî wî bi kurdiyekê fesîh wergerandiye. her hebî!

serrast.



03.12.2020 16:08 ~16:37 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
belki ev jî bala te bikişînin
» ponyo

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî