Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 59 peyam
hevzayendîtî

hevzayendîtî

16. gey/lezbîyen û nêremo ne tiştên wek hev in. nêremo rasterast ferdên hermafrodît/hunsa pênase dike, yanî bo kesên ku him vajînaya wan him jî penîsa wan hene. ji vir jî em fêm dikin ku nêremo nasnameyeke biyolojîk e. lê di heman demê de argo ye jî, wekî heqeret jî tê bikaranîn. min gelek kes dîtin ko bo biçûkxistina travestiyan bi kar anîne. ji bo zarok û xortan jî tê bikaranîn, ew kesên ku rewş û tevgerên wan "femînen" in. tecrube dibêje.

peyva eş-cins-el ji aliyê peyvsaziyê ve ji xwe ji "homo-sex-ual"ê tê, yanî em nikarin peyva "hev-zayend-î"yê wekî teqlîda tirkî fêm bikin. lê belkî ev jê çêtir be: hevzayendxwaz. ev -xwaz piranî li behdînan û herêmên din tê bikaranîn û bi rastî ji aliyê maneyê ve ji hevzayendî-yê çêtir maneyê xwe dide der.

gelek kes peyvên hevzayendî û gey li şûna hev bi kar tînin lê ev peyv ne di heman maneyê de ne. bi kurtasî hemû gey (lezbiyen jî têdikeve nav wê) hevzayendî ne. lê hemû hevzayendî ne gey in. ji ber ku "geybûn" nasnameya zayendî ya civakî ye lê hevzayendîtî tenê berpêbûniya zayendî ye. mêrik çûye bi jinekê re zewiciye, xwedî zar û zêç e. lê di her firsetê de bi dizî û veşartî dihere nivîna mêrekî. lê piştî seksê vedigere ser nasnamaya xwe ya civakî. dibe mêrê jina xwe hwd. lê gey ne wiha ye, heke derfet bibîne ji dolabê derdikeve û berpêbûniya xwe ya zayendî eşkere dike û şansa wî/wê hebe bi yekî mîna xwe re paşerojek ava dike.

îja werin vê: peyva homosexual û kurdiya wê hevzayendî, navê berpêbûniya zayendî ye. lê ne ji bo gey in. gey tiştekî civakî ye û heta niha jî ti kurd ji bo wê alternatîfek pêşnîyaz nekiriye. îja carinan wekî gey difikirim, gelo em dikarin gey kurdî bikin? lê bi rastî bersiva min neyînî ye. gey gey e.

lê ji bo bilêvkirina wê hinekî bi fikar im. gelo gêy ji gey'ê çêtir û rasttir e bo kurdî?



24.11.2020 17:51 ~22:21 | biruya hayao miyazaki

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol