Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
erdeşêr

erdeşêr

1. Wekî tê zanîn navê pêşeng û serokê kurdên dîrokî di helbestên cegerxwîn de gelek derbas dibin. Min li ser "erdeşêr" (ku di helbestek cegerxwînî de derbas dibe) hebekê vekola û çend agahî bi dest xistin. Berê agahiyan dixwazim bêjim ku di çavkaniyên tirkan de mîna yekî faris derbas dibe. Ji xwe haya min jî zêde ji dîrokê tune ku ez zêde tiştinan bibêjim. Lê wexta meriv li navê "erdeşêr" tenê binihêre yekser fêm dike ku yekî kurd e. Neyse em werin ser agahiyan, gorî nûçeyekê :

-...
gelek kes nizane ku di wextê de, împaratorê îranê kurdek bû. Du hezar sal berê zanînek mîna kurdeyatiyê nîn bû. Hişmendiya kurdeyatiyê mîna îro pêş de neçûbû. Gorî agahiyên dîrokî kurdeyatî ev sê sed salên dawî, yanê ji serdema melayê cizîrî û vir ve pêş ketiye. Gelek çavkaniyên dîrokî de, di nava vana de ya herî girîng dîroka teberî yê daye diyar kirin ku 'erdeşêrê babekan' kurdek e.

Dîroka teberî yê de erdeşêrê babekan weha tê tarîf kirin 'li kêleka behra farisan padşahek hebû ye. Jê re digotin ebdenbûd. Erdeşêrê babekan çû ew kuşt û şûrê wî perçe kir. Kesên dora padşah kuşt. Dest da ser hemû malê wî yê bi qîmet û mîna xenîmet hesab kir."
...



- *Dîroka kurdên îranê(rojhilatê) gelek kevnar e. Gorî agahiyên destana papagê kurê erdeşêr, ku serdema împaratoriya sasaniyan de hatiye nivîsîn, kurdan bi pêşengiya 'şah madig' li hemberî erdeşêrê yekem serî hildaye. Li sasaniyan, Dewleta Kavûsakana ku ji aliyê 'kurdên kavûsî(226 - 380)' ve ava bûye ji hêla erdeşêrê duyem hatiye rûxandin."

fîrdevsîyê faris di şehnameya xwe de ev şera weha kiriye mijar:
'Erdeşer çawa piçekî hate zorê
Fêm kir ku kurdên nemir, ew nîne
Karê wî zortir bû li qada şer
Hemû kurdên li welêt bûn yek
Lê artêşa persan sî qat pirtir bû
Heta roj bû şev kirin şer
Qada şer ji ber mirî û birîndaran
Ji bo meşê jî teng hat
Li wir artêşek gewre yan persa hebû
Lê li hember arteşa kurdan têk çûn'

*wîkîpedîa



21.11.2020 15:26 ~15:37 | rizgarm

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» erdeşêr

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî