48. Civînên ku tirşikvan lidardixin a dûyemîne ku ez bê çist û pist beşdar dibim yanî tenê mûç gohdardikim. Nizam gelo ez tevlî civata nebûme an ditirsim peyvek tirkî tevlî axaftinê bikim an hinek şermokim qaşo an di civatek heta mezinek hebe gotin nedihat ser biçûka ji wîye(sucê xwe biavêjêm ser mezinan) an jî mijar ne ligorî min bûn (hingê mijar pirbûn heta îro di tirşikêde di dora 20 hezar mijar û 30 hezar jî peyam hatine vekirin û nivîsin.. mijar û peyamên vê civînê ji tevahiya wan bêhtirbûn dîsa pirahî yê simûrg56 bûn * ez mereq dikim rebenê yusiv kîjanî li lênûska xwe barkir kîjanî hişt*) an jî ez hinek mirtiviya bikim kesî behsa tenekeya rûn çûye li 220 milyonî asê bûye nekir yekî behsa torbê şekir yê bist kilo 100 milyon derbaskiriye nekir min ki şekirê li ser maseyê dinihart min digot ezê berîka xwe tije bikim cardin dora min ne valabû : ) ew axînî û kizînî heta saxvim wê ji nava dilê min here.. di civînêde tenê hevalê kajav got divê kurdên dewlemend piştgirî bidin tirşikvana serê peyamê pakêtek miqarne bidin wan jibû çalakbin tiştê min ji civînê fehmkir ev bû * Hevala bêrîvan jî zanibû binê simurg 56 şile digot rexne lê nebin ez qebûl nakim* wekî din devê kî di libiya shorbevan tu çawayî, çima na axivî, shorbevan tu çima êdî ne çalakî.. kes nabêje shorbevan lawo tu têrî birçîyî? çay û çaydankên xur û xalî dane ber shorbevan di diya meznê shorbevan niyane nizanin hê li ser xurîniya sibehêye.. jiminre behsa mala bedirxana mala paşazade, zarok tv, koma wergera tirşikê, zinarê xamo, birayên simurg56 yên tirşikvan, kirê kurê ferhenga şikestî * û çil û çar ziman zanina wî, erxenî,çolemêrg siwêrek..,kurdî, pirtûk, wergerî, tirşik, darînê daryo .....* Ger ez di tirşikêde çalakbim wê zarok tv û tirsik.net a jimin birçîtir, û darê darînê daryo min têr bike? * herwiha henek û qeşmerî li dera hanê berê ez çûm min li ulucamiyê limêjkir.. dûre em çûn xana hesen paşa li hember menzereya behrêbûn, qebe qeba kewa, dengê şalûl û bilbila, li nav baxçeyê gulan.. : ) ez jiber xatirê tirşikvana nas bikim bi naskirina wan kêfxweş, memnûn û profila wan binhiş bikim ez tevlî civînêbûm û wisa bû mêvanên me yên li gorî hêviyan wê di demek nêzde bibin tirşikvan jî em bi beşdarbûn û naskirina wan wan jî şad û bextewar bûn. Min çavê xwe li hozan serhed, û gumgumok, gulê jî digerand lê çavkor û nerijiyayî dima, hevalê rizgarizm jixwe qûşxanelî bixwe bû ez pir li quşxanelî negeriyam maşellah ew jî pit pit pitt * |
|
15.11.2020 23:38 |
shorbevan
|
fuckîro rebeno [2] |
|
horhorik [1] |
|
memikên herî xweşik [1] |
|
canon [2] |
|
îy yo hee [1] |