Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 25 peyam
15.11.2020 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê

15.11.2020 civîna nivîskarên tirşikê ya li amedê

47. Civîna ku bi kêfxweşî derbas bû. Ez û hevalekî(mêvan bû lê xwudê hez bike ewê jî bibe tirşikvan) xwe em ji bismilê hatin civînê. Berî civînê demjimarek zû hatin û me go em herin mizgefta mezin hinekî bigerin. Em ketin hewşa mizgeftê min dî remezan xoce xelkê li dora xwe civandiye û we`za dide. Werhasil me guh lê nekir û me li mizgeftê geriya û çend wêneya kişand. Tu nebê shorbevan jî li hewşa mizgeftê li xoce guhdar dike. Nêse berî civînê nîv demjimarî em çûn xanê û me ji bo civînê cih eyar kir û em lê rûniştin. Min dî camêrek bejnzirav û maskeya ber devê wî amedspor ji pêşber de tê. Min wî naskir ku ew shorbevan e. Min destê xwe lê rakir û xêrhatin tê da. Piştî em rûniştin, min dî shorbevan dibêje " hûn jî tirşikçîne ne ûsa?".Hîn were me diaxivî, min dî yûsiv li min geriya. Ew jî ji êlihê dihat û cihê civînê nas nedikir. Ez çûm pêşiya wî û min wî anî cihê civînê. Paşê kajav û rizgarm digel hevaleke jin( mêvan) beşdar bûn.

Werhasil cihê me hew hebû li ser wan maseka, xwudiyê kafeyê me xiste cihekî ûsa weke şikeftê bû. Cihekî girover û jora wê qubbe bû. Herhal berê cihê razana bazirgana bûye. Piştî hinek em rûniştin vêga simurg56 û ferhenga şikestî jî hatin. Talî jî berîvan beşdar bû.

Axir em tevde rûniştin û 2 demdank çayê me jî hatin û civat germ bû. Pêşî bi hevnasînê me destpê kir. Ji xwe min hingî peyamên shorbevan, simurg û şikestî xwendibûn kêm-zêde min zanibû kesên çawa ne. Ji xwe min wêneyê her sê ya jî dîtibû. Loma berî ku simurg û şikestî werin, kajav xwe wekî ferhenga şikestî da nasîn. Paşê min fêm kir ku ew ne ewe û min lîstika wî xera kir. Lê shorbevan jî zanibûye lê deng ji xwe dernedixist. Paşê civat germ bû. Gelemperî ferhenga şikestî, simurg û berîvan diaxivîn, me jî guhdar dikir.

Ferhenga şikestî: xwudê jê raziyo civatê xweş kir. Hama bêje tevî nivîskar û hunermenda nas dikir. Ji xwe behsa hin kesan dikir, min nizanibû ew kîne jî. Bi saya wî min asta xwe ya hunera kurdî fêr bû. Ji ber min wêneyê wî dîtibû û şîroveyên derbarê wî de yên civînên berê xwendibû, zêde lê mat nemam.

Simurg56: heç wekî ez wî 10 sal e dinasim ji min re hat. Bawerim hingî min peyamên wî xwendibûn min dizanî ku derbarê tiştan de çawa difikire. Loma jî ji min re nas dihat. Camêrek dilsoz û samîmî ye. Bi aramî û zimanek xweş diaxive. Bi axaftinê xwe ewlehiyê dide mirov.

Rizgarm: camêrek qeşeng e. Pir enerjîk û bi kêf bû. Car caran wî jî civatê xweş dikir. Dema nû hat min go qey kajav ew e.

Kajav: camêrek rûken bû. Nizanim çima lê min jî digo qey temenê wî mezintir e. Em herdû jî xwendekarê heman beşê derketin.

Yûsiv: beşdarvanê herî temenbiçûk bû. Ew jî Zêde neaxivî. Pirsên lê hatin kirin, bersivand û hew. Ji ber jêhatîbûna xwe teqdîra hemû tirşikvana stend e. Di nav ewqas dersên xwe de û nezanbûna rê dîsa jî beşdar bû. Camêrek qeşeng bû. Kêfa min gelek jê re hat. Hêviya ku em beşdarî gelek civîna bibin.

Shorbevan: camêrek bêdeng bû. Heya pirs lê nedihat kirin nediaxivî. Xwe xistibû quncikê û cixare li ser cixarê dikişand. Wî hundir di dûmanê de hiştibû* piştî em bela bûn û çûn otogara navçeyan, ji me qetiya û got ezê herim erebeya xwe, lê vê taliyê pê hesiyam me xapandiye. Çuye otogara din.

Berîvan: jineke devliken bû. Bi hatina xwe sînerjiya civînê guhert. Ji ber zêde nanivîse, di derbarê wê de tu agahiyên min tune bûn. Lê xwe gelekî da naskirin. Jineke gihaştî dixuye. Min hêvî heye şîrove û zanînên xwe li tirşikê jî bar bike.

Min gelekî ji civînê hez kir. Lê hingî telefon ji min re hatin, nehiştin xweşik ez jî beşdar bibim. 7 cara li min hatibû gerîn. Min dixwest biaxivim lê mijar pir zû diguherîn. Dîsa jî guhdarkirina tirşikvana jî xweş bû. Pêşniyarî hemû tirşikvana dikim ku bila tevlî civînekê bibin. Heya mirov hevûdû rû bi rû nebîne, li ser înternetê tenê weke nickek dixuye. Piştî ku mirov hev dibîne, bêjtir li hev germ dibe.



15.11.2020 23:17 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene