Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
mirina kalekî rind

mirina kalekî rind

6. tê de spoiler hene

Dixwazim nirxandina xwe bi gotinên Celadet Alî Bedirxan dest pê bikim.

"Xorto! Te ji diroka miletê xwe karek li ser xwe girtiye. Ew karekî giran e. Jixwe barên giran para mêran, para mêran barên giran in. Te ew kiriye pişta xwe û daye kaşê çiyayên ku bi rê ve bilintir û asêtir dibin. Herçend hildikşî û ji deștê dar dikevî, diwestî, lê ewçend zexm û xurt dibî. Hawîr diguhere, tiştên nenas dibînî."

Bi rastî jî ev gotin bêkêmasî ji Mehmed Uzun re hatiye gotin û Mehmed Uzun di bin nav hezar zorî û tunebûnê de berhemên xwe afirandiye û pêşkêşî me kiriye.

Bêguman tehma tev berhemên wî jî cipcuda û çêjdar e. Di nava vê romana wî jî tehma xerîbîyê tê. Bivê-nevê mirov jî tehm dike. "Dibîne ku axa pîroz, axa ku mirov li ser hatiye dinyayê ye."

Mirina Kalekî Rind, pirtûka Mehmed Uzun a duyemîn e, ku bi kurdî nivîsîye. Di sala 1987ê de hatiye weşandin. Lê pirtûk encax di sala 2004a de li stenbolê hatiye çapkirin. Sedema vê tiştê herî hindik hûn jî texmîn dikin...

Roman piştî ku meşa Serdar Azad, ku li ser sînora axên kurdan bi saetan berdewam kiriye û dema ku amadehîya ji bo çûyîna Avrupayê (îsveçê) dikir li ser encama tesadufekî bi nasîn û denglêkirina Kalekî Rind de dest pê dike. Di romanê de tiştên ku hatiye vegotin ji çîroka jiyana nivîskarê nîşaneyên kûr û otobiyografîk dihewîne.

Piştî ku serdar Azad û hevalê xwe sînorê derbas dikin, diçin gundê herî nêzik. Demsal payîz e. Û ew êvar Serdar Azad û Kalê Rind rastî hev tên. Serdar Azad fêm dike ku bilûrvanê hoste Kalê Rind kesekî cipcuda ye. Cudabûna wî bi gotinên wî, şîrovekirin û axavtina wî, muzîk û amûrên wî diyar dibû. Banga ku serdar azad bi kalê Rind re dike wekî nameyekî ye.

Rind helbestvan e, rêzdar û qelender e. Ew hosteyê tesewûfê ye ku rasteqînê digere û hin caran jî dibîne.

Piştî du salên din Serdar Azad vedigere li Kalê Rind dinêre, li guhdarî dike û li gorî hevpeyvînên berê zahftir dikevin di nav hevpeyvînên nû.

Hev nasîn kûr dibe, Serdar Aziz li ser Rind bûnê lêkolîna dike û fêr dibe. Û her wiha ji kalê Rind jî hîn dibe. Lê Kalê Rind nikare ji xwendevanê xwe re vebêje lê kêm zêde wisa qal dike. "Rindbûn di rastîyê de koka wêjeya kurdan, kanî û rihê kurdan e."

Hin cara jiyana me yê kin de bi saya encamên tesadufên ku ecêb hin kes ji me re jiyanê, dinyayê, mirinê û xwe nîşan dide. Li ser bîrê me dixirtikînin. Wateyên mezin bar dikin li ser jiyanên me. Bersivê ku em hê nedîtine ew pêşiya me dibînin û pêşkêşî me dikin. Wê demê em rastiyê, kêfxweşîyê, formula jiyanê dibînin û wekî derdest dikin. Rastî jî lihevrasthatina demên wisa, kesên wisa û mijarên wisa jî bexteke cuda ye...



02.10.2020 12:39 | yûsiv

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mirina êzidîyekî bi 19 salî ya di bin nezareta polîsên almanyayê
» rindayetî

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî