Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
femînîzma lîberal

femînîzma lîberal

1. Ev teorîya femînîzmê fikirên xwe ji doktrîna john locke hildide. Bi Serdema Ronakbûnê fikirê femînîzma lîberal aj dide. Piştî Şoreşa Fransayê bi nêrînên Wollstonecraftê ku wekhevî dixwest, rê li ber ramanên lîberal da vekirin. Femînîzma lîberal li ser hiş hûr dibe û aqilê jinan ji yê mêran kêmtir nabîne. ango zayenda aqil red dike. Lê mirov dikare bêje ev tevger ji bo komeke jinên bijarte dixebitî. Ji ber vê yekê zêde bandor li ser dinyayê nekiriye û herêmî maye. Bi awayek burjûvaîst xwe nîşan dane. A rast ji bo burjûvayê biparêzin ev hişmendî di nava hin jinan de peyda bûye. lewre ramanên wan belav nebû. Nêrînên vê teorîyê kete ber rexneyên femînîzma marksîst.

mirov dikare bêje ku femînîzma lîberal, ji bo perwerdehîya jinê têkoşîyaye. Ji alîkî ve jî di warê aborîyê de azadîya jinan daxwaz kirine. Wek ku tê zanîn Virginia Woolf jî ji bo vê yekê, di berhemên xwe de perwerdehî û aborîyê wek rêya azadî û takekesîyê nîşanî jinan dida. Ev teorî bi awayeke heteroseksîst (dijî lgbt) tev gerîyaye. Ji ber ku nasnameya çanda hetero-patrîarkî (malbata klasîk) ku li ser wan barkirîye qebûl kirine û vê nasnameyê û hebûna malbatê parastine. Ne tenê heteroseksîst tevgerîyane. Di heman demê de ji bo komek bijarte têkoşîn dane. Vê yekê jî bêhtir jinan daye pelçiqandin..



10.09.2020 23:07 | ezcan

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» femînîzma radîkal

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî