Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


22 mijar û 43 peyam
gundê ḥaḥê

gundê ḥaḥê

2. Her çiqas wekî 'hah' were nivîsandin jî wekî hax tê bilêvkirin. gundekî midyadê ye. Gundekî suryanan e. Di heyamên berê de bi qasî bajarekî mezin bûye, lê piştî qirkirin û sedemên din koç kirine û jimara wan kêm bûye. aniha bi qasî 20 malên suryanan hene di gund de.

berê di gund de 40 dêr hebûne lê bi demê re piraniya wan hilweşiyane. Aniha sê dêr hene di gund de. Ji van dêran ya herî balkêş Dêra Dayik Meryem e. Dêr li ser bîrdariyekê(anıt) hatiye avakirin. bîrdarî berî du hezar salan hatiye avakirin. Bi rastî çîroka efsûnî a bîrdariyê balkêş e. dozdeh şah ji bo jidayikbûna îsa mesîh diçin betlahemê. di rê de li hahê radiwestin û sê şahan dişînin betlahemê yên din li gund dimînin. Piştî her sê şah ji betlahemê vedigerin, biryar didin ku li hahê bîrdariyekê ji bo dayik meryem ava bikin. bi vî awayî bîrdarî ji aliyê dozdeh şahan ve tê avakirin. piştî ku xirîstiyanî berbelav dibe jî li ser bîrdariyê dêrekê ava dikin.
dêr ji aliyê taybetiyên xwe ve ji hemû dêrên derdorê diguhere. Dêr ji hundir ve wek qubbeyekê ye lê ji derve çargoşeyî xuya dike. li ser xaça dêrê kevokek heye ku nîşaneya ku îsa mesîh ji jor ve hatiye ber bi jêr. Bi giştî li ser 21 sûtunan hatiye avakirin.
her sal di 15'ê tebaxê de ji bo bîranîna dayik meryem ayînekê li dar dixin. û ji çar aliyên cîhanê suryan tevlî ayînê dibin.



02.09.2020 18:23 | berijahr

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
xabi alonso [1]
Di nav lîstikvanên fûtbolê yên efsanewî yên Spanya û (vbnr: Real Madri...
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
belki ev jî bala te bikişînin
» gundên ecêbnav

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî