Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
ji ber kurdbûna xwe hatim xapandin

ji ber kurdbûna xwe hatim xapandin

1. Çîrokekî ye ku mirov hem xemgîn dike hem jî hêrs dike. Serboriya birayê we kajav e. Yê ku min xapand ne kurd bûya belkî tenê hêrs bibûma Lê bi mixabinî dibêjim ev kes kurd bû. Bêm ser çîrokê: Do hevalê malê min gerand ji min tika kir got; tu dikarî ji bavê min re tl paket bişînî? Min got helbet nobeta minê karê jî hebû min amadekariya xwe jî kir xwe avêt derve ber bi bayîyekî vodefonê çûm. Ketim hundir wekî her vî welatî xwedî ev dikan jî xêrhatin li min kir. Ê ez jî hesabê xwe mirovekî kurdewar im, kurdîhez im helbet Kurdî diaxifim. Werhasil min got “nav xêrê de bî”. Ez dibêm mêrik bi ev bersiva min dest pê xapa xwe kir. Çima? Çimkî li vê welatê de gotinekî bi vî şeklî tune ye. Dizanî ez xelkê vî bajarê nîn im Lê dibêm hêj ji xwe ne bawer e.
Min pirsî;
K: ka paketekî tenê axaftin hebe bese herî erzan çi qas e?
V: 40 panot.
K: Heyran çawa 40 panot e, ez bê net û sms dixwazim bila tenê bo axaftinê be.
V: birako herî erzan 40 panot e.

Ez ev tişt jî bêjim ana bayî nabû Lê girêdayî gsm a vodafonê ne. Dibe ku du sê panot zêde bigrin. Ez jixwe bihayê de nîn im. Helal bît lê min dixapîne ev min aciz dike. Aciz kiriye. Neyse bêm ser mijarê..

Dîsa min pirsî;
K: li bayiyên din jî heman fîyetê de ne.
V: Erê bira heman fîyet e.
Çi bêjim. Min got bila. Navnîşana telefonê xwest. Ez birayê we me * min hejmar jî bi Kurdî vegot. Di vê kêlekê da êdî bawer kir ez li vî welatî nîn im. Fêm kir ku mirovekî xerîb im. Dor hat pereyê wî. Min hewl da qertê bankayê bidim. Got “makîna pere dibire nakît heye bide. Bila, min perê wî da, vê gavê pirsî?

V: bira tu xelkê iraqê yî?
K: na
V: Xelkê îranê yî?
K: na îranî jî nîn im. Ez li amedê me.
V: ser sera, ser çava...

Çirusk li mejîyê min vebûn. Min got qebrax digot belkî li iraqê li îranê me ji ber vê zêde girt. Min carekî din pirsî:

K: li bayiyê din jî heman fiyetê de ne. Ne wilo?
V: Erê Erê..

Min bes dizanî qilopiloyekî heye. Çûm bayiya navend min pirsî paketa herî erzan çi qasî ye? Gotin; 30 panot.
bayiyekî li jêr hebû, eleqa wan pê heye?
Gotin; bayiya navend em in yê din jî girêdayî me ne Lê serbixwe ne.
Min got: jêr zêde xwest.
Gotin; belkî 2-3 panot zêde bigrin.
Min got; wele ne 2-3 panot 10 panot zêde xwest.

Çîrok wisa dawî bû. Yanê ne ji ber 10 panot 20 panot bû. Fêm kir ku mirovekî biyanî me ji ber vê min xapand ev min aciz û hêrs kir. Ê qebrax bila iraqî bim, îranî bim çima zêde dixwazî. Bi te Kurdî diaxife ji bo Kurdî û kurdbûna wî lazim e tu alîkar bî tu berevajî hewl didî wî bixapinî, bêşeref belkî perê wî tune ye. Yanê ev tişt Wijdana mirovahiyê qebûl nake.



20.08.2020 22:37 ~2020.08.21 21:39 | kajav

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» berfwerîn
» kurdbûna talîş û gilekan
» xweda bela te ji ber lingê te bide
» xapandina kurdan

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî